BIÇE NAVEROKÊ
ABORÎ2 DEQE XWENDIN

Îdareya Şamê ji Baniyasê benzîn dişîne Iraqê: Armanc rojane 200 tankêr e

Ji ber pirsgirêkên veguhastinê yên di Tengava Hurmuzê de, Iraq ji Sûriyeyê rêyeke nû ya bejayî li ser benzînê zêde kir. Di projeya xeta boriya neftê ya Kerkûk-Baniyas de jî gotin ku danûstandin gihîştine qonaxa dawî.

PARVE BIKE
Îdareya Şamê ji Baniyasê benzîn dişîne Iraqê: Armanc rojane 200 tankêr e

RastinewsŞîrketa Neftê ya Sûriyeyê roja yekşemê ragihand ku veguhastina benzîna hatiye îtxalkirin, li ser termînala neftê ya Baniyasê ber bi Iraqê ve dest pê kiriye. Şîrketê got ev şandin di çarçoveya peymaneke sê-mehane ya nûbûyî de tê kirin. Armanc ew e ku kapasîteya rojane bighîje nêzî 200 tankeran.

Alîkarê Gerînendeyê Giştî yê Veguhastin û Embarkirinê yê şîrketê Ahmed Kabbacî got, kerwana yekem bi 57 tankeran roja pêncşemê ji xala sînor a Tanfê rê ketiye. Li gorî nûçeya Reuters, 77 tankeran ji Baniyasê ber bi sînorê Iraqê ve tevgeriyane.

Şîrketa Qeterê wek dabînker, Şam bacê veguhastinê distîne

Li gorî agahiyên Kabbacî, şîrketa UCC ya bingeha wê Qeter e, benzînê ji dabînkerên navneteweyî dikire. Aliyê Sûriyeyê jî veguhastinê hildigire ser xwe û li hemberê wê bacê distîne. Kabbacî got, li deryayê deh keştiyên tankêr hene; du ji wan li embarên Baniyasê hatine vala kirin.

Berpirsê Şîrketa Neftê ya Sûriyeyê Tarîq Şelaş got, kerwana yekem nêzî 32 hezar 800 ton benzîn e ku bi keştiya Avantî hatiye, ya alaya Giravên Marshallê li ser e. Ev benzîn li rafîneriya Baniyasê hatiye embarkirin û paşê hatiye barkirina tankeran. Şelaş tekez kir ku ev benzîn li Sûriyeyê nehatiye hilberandin û ji stokên ku ji bo bazara Sûriyeyê hatibûn veqetandin jî nehatiye girtin.

Gotinbêjê Wezareta Neftê ya Iraqê Selîm er-Rîkabî jî piştrast kir ku peyman di navbera Şîrketa Bazirganiya Neftê ya Iraqê (SOMO) û şîrketa Qeterî de hatiye îmzekirin. Got şandin bi awayekî berdewam tê kirin.

Rêya yekalî bû du-alî

Heta niha ev rê tenê ji bo alîyekî dihat bikaranîn: neftê giran a Iraqê bi rê ya bejayî digihîşte Baniyasê û bi rê ya deryayê dihat derxistin. Li gorî nûçeya The National, ji wê demê ve herî kêm 2,1 milyon ton neftê giran a Iraqê bi tirêlan gihîştiye Baniyasê.

Kabbacî got şîrket li xalên sînor ên din û li barên din ên wek komir û sulfûrê jî dinêre. Li Iraqê jî ji hefteyan ve li paytext Bexda û gelek parêzgehên din kêmasiya benzînê heye.

Xeta Kerkûk-Baniyasê dîsa hat rojevê

Şîrketa Neftê ya Sûriyeyê ragihand ku ji bo xeta boriya neftê ya Kerkûk-Baniyasê bi Iraqê re protokoleke lihevkirinê hatiye îmzekirin. Chevron, Total û UCC jî di vê pêvajoyê de cih digirin. Danûstandinên ji bo veguherandina protokolê bo peymanê gihîştine qonaxa dawî.

Li gorî nûçeyên ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA û Reuters, ev rêya nû wek beşek ji hewldanên DYE'yê derket pêş, ku dixwaze têkiliyên di navbera her du welatan de nêzîktir bike. DYE, ji destpêka şerê Îranê yê Sibatê ve hewl dabû ku rêyên veguhastinê yên li Iraq û Sûriyeyê li gorî berjewendiya xwe biguherîne.

Her du welatan Tîrmehê, bi navbeynkariya DYE'yê, li ser nûkirin û ji nû ve xebitandina xeta boriya neftê ya navbera Kerkûk û Baniyasê lihev kiribûn. Ev xet di navbera salên 1982-2000 de ji aliyê Iraqê ve hatibû girtin. Di dagirkirina 2003an de jî di êrîşên DYE de zirar dîtibû.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ