Peymana Parlamentoyê ya PDK-YNK: Vebûn di Cotmehê de, serokatî ji bo YNK'ê
Li Herêma Federal a Kurdistanê tê payîn ku Parlamentoya Kurdistanê ya ji demekê ve neçalak, di Cotmehê de dîsa kom bibe. Li gorî peymana gihiştî, Serokatiya Parlamentoyê dê bikeve destê YNK'ê. Piştî wê, pêvajo ji bo Serokê Herêmê û hikûmeta nû dê dest pê bike.

RastinewsPartiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser vebûna Parlamentoya Kurdistanê ya di Cotmehê de li hev kirin. Ji bo vegera xebata Parlamentoyê amadekariyên teknîkî û îdarî dest pê kirin.
Li gorî peymanê, di rûniştina yekem de Encumena Serokatiya Parlamentoyê tê hilbijartin. Serokatiya Parlamentoyê dê bikeve destê YNK'ê.
«Em di kêmtir ji 24 saetan de amade ne»
Saman Ahmed Bekir, Rêveberê Agahdariyê yê Parlamentoya Kurdistanê, got ku heke partiyên siyasî li ser peymana dawî li hev bikin û daxwaza rûniştinê bikin, hemû prosedurên ji bo vebûnê dikarin di kêmtir ji rojekê de bêne temam kirin.
Bekir got ku ji bo hilbijartina Encumenê dê di salona giştî de sê sindoqên cuda bêne danîn. Ji bo Serokê Parlamentoyê, Cîgirê Serok û Sekreterê Parlamentoyê dê deng bi awayekî cuda bêne dayîn. Di komîsyona jimartinê de du parlamenterên herî ciwan cih digirin.
Îcar dor li Serokê Herêmê û hikûmetê ye
Li gorî gotina Bekir, piştî diyarkirina Encumenê, pêvajoya hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê dê dest pê bike. Serokê ku tê hilbijartin divê di nav 30 rojan de erêkirina parlamentoyê bistîne.
Piştî vê qonaxê, ji bo serokwezîr û endamên kabîneyê pêvajoya destûra baweriyê dê bimeşe. Komîsyonên ihtîsasî yên daîmî jî divê di nav 30 rojan de piştî vebûna parlamentoyê bêne avakirin û dest bi xebatê bikin.
Agahiyên li ser peymana di navbera PDK û YNK'ê de, li ser çavkaniyek ku navê wê eşkere nebûye ne. Ev çavkanî bi Kurdistan24'ê re axivîye. Her du partiyan hê ti daxuyaniyek fermî li ser vê mijarê neda.
Parlamento di rûniştina yekem de asê mabû
Di 20'ê Cotmeha 2024'an de li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê pêk hatibûn. Parlamentoya nû di 2'ê Kanûna Yekem a 2024'an de rûniştina xwe ya yekem li dar xistibû. Parlamenteran sond xwaribûn, lê ji ber ku Encumena Serokatiyê nehatibû hilbijartin, rûniştin vekirî ma bû.
Ji wê rojê û vir ve axaftinên di navbera PDK û YNK'ê de li ser avakirina hikûmetê bêencam mabûn. Bi vî awayî Parlamento bi awayekî fiîlî nikaribû bixebite.
