Malbata Betûl Aluş axivî: Keça me pênc mehan e di destê fermandarê Nisreyê de ye
Dê û bavê Betûl Aluş, xwendekara elewî ya li derveyî Zanîngeha Lazkiyê winda bûye, di hevpeyvîna xwe ya bi kovara The Cradle re de axivîn. Wan got berpirsê ewlehiya herî bilind ê Cebeleyê keça wan revandiye. Malbatê got ji ber gefên mirinê neçar mane ku malê xwe berdin.

RastinewsRua û Silêman Aluş li gundên derdora bajarê peravî yê Cebeleyê, li Sûriyeyê, dijîn. Wan di hevpeyvîna xwe ya bi The Cradlê re de cara yekem bi vî hûrgilî qala revandina keça xwe kirin. Li gorî malbatê, Betûl di 29ê Avrêlê de winda bû. Kesê ku ew revandiye, Heysem Ehmed Abbas e, yê ku bi navê «Şêx Selahedîn» tê zanîn. Abbas berê fermandarê Eniya Nisreyê bû. Niha ew berpirsê herî bilind ê ewlehiya Cebeleyê ye.
Dayik Rua di hevpeyvînê de got: «Tiştê qewimî hemû revandin e, windakirina bi zorê ye û xerakirina rastiyê ye.»
Peyama «nehatiye revandin» a piştî sê saetan
Li gorî vegotina Rua, Betûl di nîvroya 29ê Avrêlê de peyamek bi WhatsAppê ji dayika xwe re şand. Wê nivîsî ku ji zanîngehê derketiye û wê bi otobusê vegere malê. Piştî demek kurt telefona wê girt.
Malbatê xwe gihand berpirsê xanîyê keçan ê zanîngehê, Yasir Xelîfe. Xelîfe got tenê sê saet piştî windabûnê, ji berpirsên ewlehiyê agahî wergirtiye. Li gorî wî Betûl nehatibû revandin, ew li Cebeleyê bû. Xelîfe mesele wekî «meseleyeke ewlehiyê» binav kir.
Rêveberiya zanîngehê ji tomarên kamerayan tenê wêneyên ketina Betûl a kampusê nîşanî malbatê da. Wêneyên derketinê parve nekir; wan got ev li gorî qanûnê ne pêkan e. Li gorî malbatê, serokê zanîngehê Şêx Ebû Sumer eşkere got dosya li ba Şêx Selahedîn e.
Li ber vîlayê parêzvanên çekdar
Çaxa malbatê çû vîlaya li peravê Cebeleyê, rastî parêzvanên çekdar û kûçikan hatin. Roja din du şêx hatin malê wan. Şêxan soz dan ku alîkariyê bikin. Lê wan malbat hişyar kir ku doza xwe nexin ber medyaya civakî.
Di 6ê Gulanê de vîdeoyek Betûl li medyaya civakî belav bû. Vîdeo li peravê nêzî vîlaya Selahedîn hatibû kişandin. Betûl bi cilekî olî yê bi şêweyê Afganî bû. Di vîdeoyê de Betûl got bi daxwaza xwe dev ji malbata xwe berdaye û derbasî Îslama sunnî bûye.
«Axayê min û emîrê min»
Di 7ê Gulanê de malbat ji dadgeha Cebeleyê re hate vexwendin. Li gorî vegotina hevpeyvînê, Betûl bi rûpoşî û bi destên du parêzvanên ewlehiyê hate lêpirsîna dadwer Sara Subh. Malbatê got keça wan di pirsên bingehîn de dijber bûye. Wan got di guhê wê de amûrek hebû; wan guman kir ew li ser wê talîmat werdigirt.
Malbatê got di dema lêpirsînê de Selahedîn du caran ketiye ode. Li ser pirsa dadwer, karmendê zapitê Selahedîn wekî «axayê min û emîrê min» binav kir. Li gorî malbatê, dadwer piştî ketina duyem a Selahedîn lêpirsîn qedand.
Li derveyî dadgehê, sê berpirsên ewlehiyê Silêman bi mirinê tehdît kirin. Wan jê xwestin vîdeoyekê bikişîne ku tê de bibêje keça wî nehatiye revandin. Soz hat dayîn ku Betûl piştî sê rojan bê radestkirin, lê ev soz nehat cih. Silêman ji The Cradle re got: «Ji bo parastina keça xwe, ji xeynî kişandina vîdeoyê tiştek din li destê min tunebû.»
Saet 03:00'ê şevê «civîna çapemeniyê»
Di 11ê Gulanê de, saet 03:00'ê şevê, li Cebeleyê di avahiyek fermî de civînek hate lidarxistin. Berpirsên ewlehiyê, rojnamevanên nêzî hikûmetê û şaredar tevlî civînê bûn. Civîn li ser Facebookê rasterast hat weşandin. Çalakvana mafên mirovan George Hamwî, ku li civînê amade bû, got piraniya axaftinê ne ji aliyê Betûl ve, lê ji aliyê kesekî din ve hatiye kirin.
Roja din, bi hevrêziya kesayetiyek naskirî ya medyaya civakî, vîdeoyek nû li peravê hatibû kişandin, belav bû. Di vîdeoyê de hat gotin Betûl ji kirînê vedigere. Malbatê tomarên kamerayên firotgehê kontrol kirin. Wan got di wê demjimêrê de tu jineke rûpoşî neketiye firotgehê.
Malbat vedişêre
Silêman, piştî ku îdiayên xwe dîsa bi raya giştî re parve kirin, got gefên mirinê wergirtine. Ji ber vê yekê wan mal berda û xwe veşartin.
Li gorî malbatê, Betûl piştî du mehan bi tenê bi peyamên dengî têkilî danî. Di van peyaman de wê bi tundî xwedî li Selahedîn derket. Malbatê got bawer dikin keça wan rastî tundiya zayendî hatiye. Wan got ji ber trawmaya jiyayî, ew bi kesê ku ew revandiye ve girêdayî bûye. Ev îdia bi awayekî serbixwe nehatiye piştrastkirin.
Nûçeya The Cradle ku li ser hevpeyvînê hatiye avakirin, bersiva rêveberiya Şamê an jî berpirsên navborî bi xwe ve tê de tune ye.
Kuştar li peravê û jinên winda
Di Adara 2025an de, li peravê Sûriyeyê, hêzên ewlehiyê û komên çekdar ên girêdayî wan êrîş birin ser Elewiyan. Di sê rojan de bi kêmanî 1.600 kes hatin kuştin. Bi tenê li taxa Kasûr a Baniyasê 179 kes hatin kuştin.
Piştî kuştaran, Reuters, New York Times, Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) û Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî, dehan bûyerên revandina jinên elewî belge kirin. Rêveberiya Şamê îdiayên revandinê red kirin.
Di Humisê de, Mira Celal Sabit jî winda bû. Di vîdeoyên bi vî rengî de wê got olê xwe guherandiye. Bavê wê yê ku israr dikir keça wî hatiye revandin, di Cotmehê de bi êrîşek bombe û çekan hat armanc kirin. Di êrîşê de du ciwan hatin kuştin, bav û kur birîndar bûn.
