Biryara bêsedem a desthilatdarên Siûdî: Dibistanên Riyadê ji bo hefteyekê derbasî perwerdeya online bûn
Li Riyadê, paytexta Siûdî Erebistanê, perwerde di hemû dibistanan de ji bo hefteyekê wê online be. Ev biryar di demeke teşqeleya li Kendavê zêde dibe de hat girtin. Tehdîdên hewayî yên Hûsiyan jî berdewam in. Berpirsan tu ravekirin li ser sedemê nedan.

RastinewsDesthilatdarên Siûdî Erebistanê biryar da. Li Riyadê, paytexta welêt, hemû dibistan ê ji bo hefteyekê girtî bimînin. Perwerde wê bi awayekî dûr (online) bidome.
Îro ji dê û bavan re agahdariyên dibistanê hatin şandin. Li gorî fermana desthilatdarên fermî, dersan ê ji bo hefteyekê li ser platformên dîjîtal bên kirin.
Di nivîsên agahdariyê de, yên ku ajansa nûçeyan a Fransî AFP wergirtine, tiştek li ser sedema biryarê nehat gotin.
Sedem nehat eşkerekirin
Berpirsên Siûdî tu ravekirina fermî li ser sedema girtina dibistanan neda.
Ev biryar di demeke wisa de hat girtin ku teşqele li Kendava Basrayê zêde dibe. Di heman demê de Siûdî Erebistan rû bi rû ye bi tehdîdên hewayî yên ku ji Hûsiyên Yemenê tên.
