BIÇE NAVEROKÊ
CÎHAN1 DEQE XWENDIN

Li Almanyayê du polîsên ku di êrîşa çekdarî de hevkarên xwe berdan û revîn ji kar hatin avêtin

Dadgeha Îdarî ya Münsterê biryar da ku du polîsên jin ji kar werin avêtin. Di sala 2020an de li Gevelsbergê êrîşkarekî li dijî du polîsên trafîkê 21 gulle berdabûn. Herdu polîs li şûna arîkariya hevkarên xwe, ji cihê bûyerê revîbûn.

PARVE BIKE
Li Almanyayê du polîsên ku di êrîşa çekdarî de hevkarên xwe berdan û revîn ji kar hatin avêtin

RastinewsLi Almanyayê du polîsên jin, di dema êrîşeke çekdarî de hevkarên xwe li cihê bûyerê hiştin û revîn. Bi biryara dadgehê ev herdu polîs ji kar hatin avêtin.

Dadgeha Îdarî ya Münsterê biryar da ku ev herdu polîs ji ber «zêdegaviya erkê xwe» ji kar werin avêtin. Bûyer di Gulana 2020an de li Gevelsbergê, li başûrê herêma Ruhrê, di şerekî çekdarî de qewimî bû. Dadgehê got, ev celeb cezayê dîsîplînê yê herî giran e ku ji bo vê bûyerê tê sepandin.

Cezayên girtîgehê hatibûn taloqkirin

Rêxistina polîs a ku ev herdu kes tê de kar dikirin, doza dîsîplînê vekiribû. Mebest ji kar avêtina wan bû. Dadgehê Duşemiyê, piştî lêpirsîneke veşartî, ev doz pejirand.

Payîza 2022an de herdu polîs ji ber sûcê hewldana birîndarkirina xeternak bi îhmalê, çar mehan cezayê girtîgehê girtin. Ev ceza hatibû taloqkirin.

Herdu polîs dikarin li dijî van biryaran li Dadgeha Îdarî ya Bilind îtîraz bikin.

Ev herdu memûr di sala 2020an de li Gevelsbergê rastî kontroleke trafîkê hatin. Di dema kontrolê de ajokarekî li ser du polîsên trafîkê gulle berda. Di çend saniyeyan de 21 gulle hatin avêtin. Yek ji polîsan bi saya cilê xwe yê li dijî guleyan sax ma.

Herdu polîsên ku ew çax 32 û 37 salî bûn, li şûna alîkariya hevkarên xwe, erebeyek ku ji wir derbas dibû sekinandin û ji cihê bûyerê revîn. Di doza cezayî de hatibû tomarkirin ku wan tu gulleya hişyariyê neavêtiye û navenda polîsan jî tenê piştî bûyerê ji rewşê haydar kiriye.

Çavkanî: DW

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Li Almanyayê du polîsên ku di êrîşa çekdarî de hevkarên xwe berdan û revîn ji kar hatin avêtin — Rastinews