BIÇE NAVEROKÊ
ROJHILATA NAVÎN1 DEQE XWENDIN

Îran ê keştiyên ku ji Amerîka û Îsraîlê desteser kirine bifroşe

PARVE BIKE
Îran ê keştiyên ku ji Amerîka û Îsraîlê desteser kirine bifroşe

RastinewsBerpirsê dadwerî yê Îranê Hesen Abdulîanpûr ragihand, keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmûzê û Kendava Basrayê bi biryara dadgehê hatine desteser kirin, wê werin firotin. Wî got ev keştî yên Amerîka û Îsraîlê ne.

Abdulîanpûr ji Ajansa Nûçeyan a Mîzan re axivî. Wî got dahat wê ji bo tezmînata malbatên wan kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane were bikaranîn. Herwiha ji bo kesên zerardîtî jî wê were xerckirin.

Lêpirsîna Zerarê ya Hurmûzganê Berdewam e

Ji bo destnîşankirina zerarên êrîşên li eyaleta Hurmûzganê û derdora wê, lêpirsîn hatin destpêkirin. Heta niha li herêmên Keşm, Bender Lenge û Caskê 537 rewş hatin tomarkirin. Abdulîanpûr got li Dadgeha Şoreşê ya Tehranê zêdetirî 100 doz hatine vekirin.

Abdulîanpûr got daxwazên tezmînata madî û manewî li Şaxa 55an a Dadgeha Edaletê ya Tehranê tên şopandin. Ev şop di beşa hiqûqê de tê kirin. Wî got dozên li pêş, di hefteyên bên de yek li dû yê din wê bên dîtin.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Îran ê keştiyên ku ji Amerîka û Îsraîlê desteser kirine bifroşe — Rastinews