Hêzên hikûmeta Yemenê: Li Teizê hin mewziyên Husiyan hatin girtin
Gotarbêjê Hêzên Hikûmeta Yemenê Kolonel Macid Nuzeylî got, piştî pevçûnên bi Husiyan re li başûr û rojavayê Teizê, artêşê hin mewziyên berê di destê Husiyan de bûn, ji nû ve girtin.

RastinewsDi navbera hêzên hikûmeta Yemenê û Husiyan de li başûr û rojavayê parêzgeha Teizê pevçûnên tund çêbûn. Gotarbêjê Hêzên Hikûmeta Yemenê Kolonel Macid Nuzeylî ragihand. Wî got piştî van pevçûnan artêşê hin mewzî ji Husiyan girtin.
Êrîşên hewayî li ser mewziyên Husiyan
Nuzeylî got hêzên hikûmetê li eniya Ehqûmê ya girêdayî navçeya Hêyfanê ya başûrê Teizê, pênc êrîşên hewayî li ser mewzî û bingehên Husiyan kirin. Li heman enîyê, bi sê êrîşên hewayî din jî tirans û berevaniyên Husiyan hatin hedef girtin. Nuzeylî got di van operasyonan de zirarek giran li Husiyan hat dayîn.
Nuzeylî her weha got hêzên hikûmetê li Çiyayê Cerdadê yê başûr-rojavayê Teizê, firokeyek bêpîlot (İHA) ya Husiyan xistin xwarê.
Ji sala 2015an vir ve pevçûn li Teizê berdewam e
Teiz, ji sala 2015an vir ve yek ji herêmên stratejîk e ku pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û Husiyan de tê de tûj dibin. Husiyan bi dirêjahî bajêr di bin dorpêçê de girtiye. Ev yek ji bo gelê herêmê bûye sedema pirsgirêkên mirovî yên ciddî.
Pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û Husiyan de ji destpêka Îlonê ve li herêmên cuda yên Yemenê ji nû ve tûj bûne.
