Trump: Li ser Grönlandê bi Danîmarkayê re li hev kirin
Serokê ÛYE Donald Trump ragihand ku ji bo «kontrola ewlehiyê ya daîmî» li ser Grönlandê bi Danîmarkayê re li hev hatine. Wî got ku dê li giravê hebûneke leşkerî ya mezin çêbikin.

RastinewsSerokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji bo kontrola ewlehiyê ya daîmî li Grönlandê bi Danîmarkayê re li hev kirine. Trump got ku dê pêvajoya avakirina hebûneke leşkerî ya mezin li giravê tavilê dest pê bike. Wî tekez kir ku ev peyman tu lêçûnê li ser ÛYE çênake. Trump got ku bêyî erêkirina wan tu dewlet nikare li giravê baregehekê ava bike.
Trump ragihand ku ev peyman tu lêçûn li ÛYE nake.
Serokê ÛYE Donald Trump di hesabê xwe yê medyaya civakî de nivîsî ku li dawiyê li ser mijara ewlehiyê ya ku mehan e bi Danîmarka û Grönlandê re tê axaftin, li hev hatine. Trump di nivîsa xwe de got: «Ez kêfxweş im ku ragihînim; me bi Danîmarka û Grönlandê re peymanek îmze kir ku mafê kontrola daîmî ya li ser pêwîstiyên ewlehiyê yên Grönlandê dide ÛYE û bi tevahî xemgîniyên ÛYE ji holê radike.»
Trump berfirehiya peymanê ronî kir û bi taybetî tekez kir ku ev tu bar li ser Washingtonê çênake. Li gorî vê, ÛYE dê bi awayekî fîilî li ser ewlehiya giravê gotin bibêje; lê li hember vê tu tişt nade. Xala din a balkêş a di nivîsê de qedexeya bicihkirina leşkerên biyanî bû.
Trump got ku ev peyman «bêdem» e.
Trump di nivîsa xwe de gavên piştî peymanê jî rêz kir. Li gorî vê, ÛYE dê tavilê pêvajoya avakirina hebûneke leşkerî ya berfireh li herêmên stratejîk ên Grönlandê dest pê bike.
Trump wiha domand:
«Herwiha, ji niha û pê ve tu dijminê ÛYE, bêyî erêkirina me ya nivîskî ya vekirî, nikare li Grönlandê baregehê ava bike, hebûna xwe ya leşkerî nîşan bide an jî veberhênanên hesas li Grönlandê bike.»
Trump tekez kir ku ev peyman «bêdem» e û got: «Emê tavilê dest bi pêvajoya avakirina hebûneke leşkerî ya berfireh li herêmên minasib ên Grönlandê bikin.»
Rêveberiya Danîmarkayê jî car bi car dubare kiribû ku Grönland ne firotinê ye û wê xala serwerî ya giravê xistibû pêş. Yekîtiya Ewropayê jî di heman demê de ji bo çalakiya xwe li giravê zêde bike, pakêtek veberhênanê ya nû ya 200 milyon Ewroyî amade kiribû û li paytext Nuukê li dû nûnertiyeke mezintir bû. Peymana ewlehiyê ya îro hat ragihandin balê dikişîne, ji ber ku ew gava yekem a berbiçav e ya piştî tengasiya di navbera ÛYE û Danîmarkayê de ku mehan e didome.
