Pezeşkiyan: Divê têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bibin
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, li Tehranê bi Serokê YNK Bafil Celal Talabanî re civiya. Wî got, divê girêdanên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de bêne pêşxistin.

RastinewsSerokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, duh li paytexta Tehranê bi Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî re civiya. Di civînê de têkiliyên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de bi hûrgulî hatin nirxandin.
Pezeşkiyan diyar kir ku girêdanên dîrokî, çandî û civakî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de pir kevin in. Wî got: «Ev girêdan ji bo Komara Îslamî ya Îranê xwedî girîngiyeke taybet in. Divê ev girêdan bêne pêşxistin.»
«Em amade ne pirsgirêkan bi têgihiştin û diyalogê çareser bikin»
Serokomarê Îranê balê kişand ser hewcedariya zêdekirina hevrêziya di navbera welatên herêmê de. Wî got: «Em bawer dikin ku gelên herêmê xwedî têkiliyên kûr û berdewam in. Li ser vê bingehê divê rê ji bo hevkarî, aramî û pêşketinê veke.»
Pezeşkiyan girîngî da diyalogê ji bo çareseriya pirsgirêkan. Wî got: «Heke aliyên hin xwedî daxwazên rewa bin, em amade ne li gorî têgihiştin û rêzgirtina hevpar li pirsgirêkan binêrin û çareserî bibînin. Em ji hemû aliyan hêvî dikin ku pabendî prensîbên cîrantiya baş bimînin. Divê ji tundrewî û tevgerên çewt dûr bisekinin.»
Sûcdarkirina Amerîkayê ji ber «destwerdanê»
Pezeşkiyan hebûna Amerîkayê li herêmê wek «destwerdaneke» li karûbarên navxweyî yên welatan binav kir. Wî bi vî rengî domand:
«Ew li dû vê ne ku di navbera gelên herêmê de nakok û pevçûnan biafirînin. Bi vî awayî dixwazin kapasîteya welatan qels bikin û çavkanî û dewlemendiya wan bimêjin. Ji ber vê yekê divê em hevrêzî û diyalogê zêde bikin. Bi vî awayî divê em rewşa bêsûdemayîn û pevçûnê kêm bikin.»
