BIÇE NAVEROKÊ
GOTAR5 DEQE XWENDIN

Remezan Bakur: Jîyan, Ziman û Huner

PARVE BIKE
Remezan Bakur: Jîyan, Ziman û Huner

RastinewsRêwîtiya min a li ser doza ziman dirêj e. Ji pazdeh salî zêdetir e ez doza parastina ziman dikim. Parastina ziman aliyek e. Nivîsîn jî beşek ji karê hunerî ye. Huner di jiyana her kesî de heye. Jiyan bê huner nabe. Her kes guhê xwe dide muzîkê. Her kes ji guhdarîkirin û xwendina helbestê hez dike. Her kes giringiyê dide wêjeyê. Her kes li fîlman temaşe dike. Lê tê gotin ku huner karekî debarê nîne. Divê meriv vê pirsê ji her kesî bipirse: heke karek bandorê li jiyana her kesî bike, çima ew ne karekî debarê ye?

Ji dîroka kevn heta îro, karên wêje û hunerê bandoreke mezin li ser neteweyan kirine. Mînaka herî baş welatên Ewropayê ne. Piştî Ronesans, Reform û Şoreşa Fransayê, Ewropa bû navenda şaristaniya cîhanê. Nivîskarên ewropî bi berhemên xwe yên felsefî hişmendiya mirovan guhertin. Li ser vê guhertinê şaristanî hatin avakirin. Berî Ronesans û Reformê, li welatên Ewropayê hovîtî û tundrewiyeke mezin hebû, wek ya îro li Rojhilata Navîn heye. Neteweyên Ewropayê di bin zextê olperestiyê de dûrî mirovahiyê dijiyan. Şer û tundrewî di nav wan de zêde bû. Lê îro Ewropa navenda şaristaniya cîhanê ye.

Karên hunerî wek muzîk, şano, sînema û wêje, bandoreke mezin li ser derûniya mirovan dikin. Ev bandor erênî ye, aştiyane ye. Mirovan ji hundir ve aram û bextiyar dike. Mirovan ber bi hizirkirin û aştiyê ve dibe. Çanda gelan bi hewl û bizavên hunermend û rewşenbîran hatiye parastin. Berê, di nav gelê me yê kurd de, hunermend û rewşenbîran qedirek mezintir hebû, ji ya îro zêdetir. Civak û serwerên wê demê, wek mîrên herêmê, piştgiriya wan dikirin. Debara wan bi piranî li ser milê civakê û serwerên herêmî bû. Parastina çandê û guhertina hişmendiyê her tim bi hewl û bizavên rewşenbîr û hunermendan çêbûye. Lê li cîhanê, gelek rewşenbîr û hunermend di xizaniyê de jiyan, û di xizaniyê de jî koçî dawî kirine.

 Hunermend û rewşenbîrên neteweyên xwedan dewlet, xwedan derfet in. Dewlet bi saziyên ziman, çand, perwerde û navendên hunerî piştgiriya wan dike. Lê hunermend û rewşenbîrên gelên wek me kurdan bê piştgirî ne. Ew nikarin bi aramî û azadî karê xwe bikin. Ew rûbirûyî zext û zordariyeke giran dibin. Dema rewşenbîr û hunermendên me berhemekê diafirînin gelek kêfxweş dibin. Lê ew di heman demê de di bin tirs û xofa lêpirsîn û zextê de dimînin. Ew ne tenê zehmetiya afirandina berhemê dikişînin. Ew her tim di bin zext û zora dewletên dagirker de ne. Dagirkerên welatê me, heta van salên dawî, asteng li karên huner û rewşenbîriyê dikirin. Gelek hunermend û rewşenbîrên me neçar man karê xwe li derveyî welêt bikin.

Heta niha gelek hunermend û wêjekarên kurd li derveyî welêt xebitîn. Lê hin karên hunerî, wek şano û sînema, hewceyî civakê ne. Divê ew di nav gelê xwe de bêne kirin da ku bi pêş bikevin. Ji ber vê yekê, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, karê şano û sînemayê bi pêş neket. Hin hewl hebûn, lê ew jî ne bi kurdî, bi zimanê dagirkeran hatin kirin. Ji aliyekî din, karên hunermendên kurd neketin qada navneteweyî. Ew man tenê di nav xwe de. Em dizanin ziman, çand û huner nasnameya netewe ye. Her netewe bi vê rêyê xwe li qada navneteweyî dide nasîn. Hunermend û rewşenbîr li wê qadê dibin nûnerên gelê xwe.

Heta sala 2000an, bi qasî sedsalekê, li Bakurê Kurdistanê asteng li ziman, çand û wêjeya kurdî dihat kirin. Bi salan e ez xwe ji bo karê wêjeyê amade dikim, lê derfet tunebûn. Piştî sala 2000an, hin derfet, her çend di bin zextê de, çêbûn. Min wê demê dest bi berhevkirin û amadekariyê kir. Min wê demê dest bi nivîsandina romana xwe ya yekem kir. Min romana xwe nivîsî, lê ji bo çapkirinê pirsgirêk hebûn. Min sala 2014an romana xwe ya bi navê ENFALA JIYANÊ çap kir. Wê demê, li Bakurê Kurdistanê, her pirtûka ku dihat çapkirin, ji Wezareta Çandê re dihat şandin. Wezaretê pirtûkan dinirxand û paşê bandirolê dida weşanxaneyê. Hêj wê demê jî asteng dihatin danîn. Ji ber vê yekê, guman li min hebû ku Wezareta Çandê dê asteng li çapkirina romana min bike.

 Di serdema Enfalê de, sala 1986-1987an, ez çûme Başûrê Kurdistanê. Min rewş bi çavên xwe dît. Min danûstan û nîşeyên rast li wir tomar kirin û nivîsîn. Min hatin-çûna li ser sînor, li cihên xeter, di navbera Bakur û Başûr de dît. Min danûstandinên gelê me yê Bakur û Başûr jî dît. Min dît ka aboriya Bakur û Başûr çawa bi hev ve girêdayî bû. Min bi hêzên pêşmerge re rûnişt. Me li ser mijarên cuda bi hûrgulî nîqaş kir. Min erdnîgariya herêma Behdînan nas kir. Ez bûme mêvanê gelek malan. Lê min ew danûstan û nîşe piştî 27 salan kirin roman û çap kirin. Ev hewldana min nîşan dide ku ji bo nivîsandina bi kurdî çend astengî û zext hebûn. Piştî ku romana min a bi navê ENFALA JIYANÊ çap bû, min êdî dev ji nivîsandina bi kurdî bernedan.

Dîsa dibêjim: zimanê me, çand û huner rûmet û nasnameya me ye. Wêje û ramana me çiraya pêşeroja me ye. Her çiqas zext û zordarî hebe jî, divê em dev ji xwe bernedin. Divê em bi rik û xîret hewl û bizavên xwe bidomînin. Wêjekarên me yên klasîk bi hevçerxên xwe re karê xwe bi serkeftî kirin. Divê em jî bi hevçerxên xwe re karê xwe bi serkeftî bidomînin.

Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ