BIÇE NAVEROKÊ
SIYASET1 DEQE XWENDIN

Karasu: Qendîl hem bi Îmraliyê hem jî bi dewletê re têkilî datîne

Rêveberê PKKê Mistefa Karasu got, Qendîl hem bi Abdullah Ocalan yê li Îmraliyê, hem jî bi berpirsiyarên dewletê re kanalên têkiliya rasterast hene. Wî got, di van kanalan de nêrîn tên guhertin.

PARVE BIKE
Karasu: Qendîl hem bi Îmraliyê hem jî bi dewletê re têkilî datîne

RastinewsRêveberê PKKê Mistefa Karasu, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevan Erdal Er re got, di çarçoveya pêvajoya berdewam de Qendîl hem bi Abdullah Ocalan re, hem jî bi berpirsiyarên dewletê re di têkiliyê de ye. Karasu got, rêveberên PKKê û nûnerên dewletê li «cihên diyarkirî» rû bi rû dicivin. Wî got, di hin mijaran de gav bi gav tên avêtin.

Endamê Meclîsa Bicihkirinê ya KCKê Mistefa Karasu diyar kir ku di navbera Qendîl û Îmraliyê de kanalek heye. Nêrîn di vê kanalê re tên guhertin. Wî got: «Di navbera me û Îmraliyê de têkiliyek heye. Kanalek heye, nêrîn lê tên û diçin.»

Beşa herî balkêş a axaftina Karasu ev bû ku têkilî bi tenê ji peyaman di navbera Qendîl û Îmraliyê de pêk nayên. Karasu got, rêveberên PKKê carinan rasterast bi berpirsiyarên dewletê re dicivin. Wî wiha got:

«Hin heval bi hin berpirsiyaran re li cihên diyarkirî rûdinên, dipeyivin, dinihêrin. Di hin mijaran de gavên pratîk tên avêtin.»

Karasu got, di van civînan de aliyan gazin û astengiyên xwe yên li ser pêvajoyê ji hev re anîne ziman. Wî got: «Gava dewlet aciz dibe, ev tê gotin û tê nîqaşkirin. Gava em aciz dibin jî, hevalên me bi berpirsiyarên dewletê re dicivin.»

Karasu got, ev têkilî beşek xwezayî û pêwîst a lêgerîna çareseriyê ne. Wî pirsî: «Heke tu têkiliyek me bi dewletê re, tu danûstendinek me bi Îmraliyê re nebe, ev pirsgirêk wê çawa çareser bibe?»

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Karasu: Qendîl hem bi Îmraliyê hem jî bi dewletê re têkilî datîne — Rastinews