Erakçî bersiv da Amerîkayê: Ne li ser gelê Amerîkayê ye bedelê şerên Îsraîlê
Alîgirê Wezîrê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê Hung Cao di hevpeyvîna xwe ya bi Epoch Times re ragihand ku navenda fîloya 5. li Behreynê di êrîşên Îranê de zirara giran dîtiye. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî li ser medyaya civakî bersiv da vê gotinê.

RastinewsAlîgirê Wezîrê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê Hung Cao, di hevpeyvîna xwe ya bi Epoch Times a bingeha wê li New Yorkê re got, Îranê navenda fîloya 5. ya Amerîkayê li Behreynê «wêran kir». Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bersiva vê îtîrafê da.
«Em rastgoyiya Cao pîroz dikin»
Erakçî di parvekirina xwe de bi zimanekî îronîk bersiva gotina Cao da. Wî got: «Em rastgoyiya alîgirê Wezîrê Hêzên Deryayî Hung Cao pîroz dikin.» Erakçî pêde got: «Hêzên me yên Çekdar bi rastî jî navenda fîloya 5. li Behreynê û baregehên din ên piştgirê êrîşkariya Amerîkayê kirin dojehê. Gelê Amerîkayê hêjayî tiştekî çêtir e ji dayîna bedelê şerên Îsraîlê.»
Bingeha gotina Erakçî, daxuyaniyeke berê ya Cao ye ku wî ew jî bi Epoch Times re parve kiribû. Cao tê de got, ji ber zirara li baregehê, keştiya balafirgehê USS Abraham Lincoln cîhekî ji bo lengerxistinê li bendergehê nedît. Cao got, pirsa vegera keştiyê ber bi baregehê ve hê tê lêkolîn kirin.
Serokê Operasyonên Deryayî yê Amerîkayê Amîral Daryl Caudle ragihand ku deryavaniya Amerîkayê di demeke nêzîk de venagere baregeha Behreynê. Ji ber ku baregeh nebû qabilê bikaranînê, xetên peydakirinê berbi Diego Garcia ve hatin guhertin. USS Abraham Lincoln, ku nêzî 200 rojan li herêma şer û neh mehan li deryayê derbas kiribû, piştî nûçeyên li ser bêhêviya di nav malbendan de, serdana xwe ya yekem a bendergehê li Taylandê kir.
