Ocalan: «Bi qasî avakirina Komarê girîng e»

RastinewsHeyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, piştî hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re, daxuyaniyek belav kir.
Di hevdîtinê de Ocalan qala pêvajoya nû ya qanûnî kir. Wî ev pêvajo wekî gavek demokratîkbûnê bi qasî avakirina Komarê girîng nirxand. Wî got: «Rêya hezar kîlometreyan bi gavekê dest pê dike».
Ocalan got: «Hê her tişt çareser nebûye, lê ne hewce ye meriv nêrînek neyînî bike. Qanûna ku siyaset dê derxîne, dê bibe mifteya vê pêvajoyê. Ber bi Komara Demokratîk ve derî heta dawiyê tê vekirin».
«Bi qasî avakirina Komarê girîng e»
Ocalan ev nirxandin kir:
«Em bi vê qanûnê ji bo çareserkirina pirsgirêkek dîrokî derdikevin rê. Em di destpêka pêvajoyeke demokratîkbûnê de ne, ku dê bi qasî avakirina Komarê girîng be. Wekî ku di avakirina Komarê de fedakarî hatibû kirin, niha jî divê meriv ji bo Komara Demokratîk bi heman ciddiyetê bixebite».
Ocalan destnîşan kir ku gavên ku dê werin avêtin ne tenê Kurdan, lê tevahiya Tirkiyê û herêmê jî bandor dikin. Wî bal kişand ser qezencên aborî û hiqûqî yên vê pêvajoyê. Di peyama xwe de wiha got: «Ev gav dê rê li ber pêşketina hiqûqa demokratîk û mezinbûna derfetên aborî veke. Ev xizmetek mezin e ji bo 86 milyonan».
Ocalan bîr xist ku li ser saziya siyasetê berpirsiyariyek mezin heye. Wî got ji bo serkeftina pêvajoyê hêza civakî ya organîze û şiroveya rast pêwîst e. Wî nêzîkatiya xwe ya li hember pêvajoyê bi van gotinan kurt kir:
«Hê her tişt çareser nebûye, lê ne hewce ye meriv nêrînek neyînî bike. Qanûna ku siyaset dê derxîne, dê bibe mifteya vê pêvajoyê. Ber bi Komara Demokratîk ve derî heta dawiyê tê vekirin».
Di daxuyaniyê de hat gotin ku naveroka hevdîtinê ji bo xerîteya rê ya serdema pêş de girîng e. Heyetê îsrara Ocalan a li ser aştî û demokratîkbûnê xist bin xêz. Wan gel vexwend ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Nivîsa daxuyaniyê ya bêkêmasî wiha ye:
Wek Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, me di 2 Tebaxa 2026an de bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan di hevdîtinê de nirxandinên xwe yên li ser pêvajoya heyî, xebatên tên kirin û berpirsiyariyên dîrokî yên serdema pêş de parve kirin. Wî peyamên ku dixwest bighîjin raya giştî ji heyeta me re gotin.
Peyamên birêz Ocalan wiha ne:
«Rêya hezar kîlometreyan bi gavekê dest pê dike.
Em bi vê qanûnê ji bo çareserkirina pirsgirêkek dîrokî derdikevin rê. Em di destpêka pêvajoyeke demokratîkbûnê de ne, ku dê bi qasî avakirina Komarê girîng be.
Wekî ku di pêvajoya avakirina Komarê de keda û fedakariyeke mezin hatibû nîşandan, niha jî divê meriv ji bo komara demokratîk bi heman ciddiyetê bixebite.
Ev ne tenê hewceyiya Kurdan an jî beşek e, ev hewceyiya hemû kesên li ser vê axê dijîn e. Gava ku dê were avêtin dê bandorê li çarenivîsa welêt û herêmê bike. Ew ê rê li ber pêşketina hiqûqa demokratîk û mezinbûna derfetên aborî veke. Ev xizmetek mezin e ji bo 86 milyonan.
Em ê bi organîzebûna civakê derketinek dîrokî pêk bînin. Ev gav dê tevkariyeke pir mezin bide aştî û aboriyê.
Hê her tişt çareser nebûye. Lê ne hewce ye meriv nêrînek neyînî bike. Girîng ew e ku ev gav bi awayekî rast were fêmkirin û her kes ji bo serkeftina pêvajoyê berpirsiyariyê hilgire.
Qanûna ku siyaset dê derxîne, dê bibe mifteya vê pêvajoyê. Ber bi komara demokratîk ve derî heta dawiyê tê vekirin».
Çavkanî: Rûdaw
