Peyama Mesrûr Barzanî ji bo Cejna Çile Havînê

RastinewsSerokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Çile Havînê peyamek weşand. Wî cejna Kurdên Êzidî pîroz kir. Piştgirîya xwe ji mafên wan û daxwazên wan re jî dubare kir.
Barzanî peyama xwe bi boneya Cejna Çile Havînê ya ku Kurdên Êzidî pîroz dikin weşand.
Barzanî di peyama xwe de got: «Bi hatina Cejna Çile Havînê, ez bi dilekî germ hemû birayên xwe yên Êzidî li Kurdistanê û li seranserê cîhanê pîroz dikim. Daxwaza min ev e ku rojên cejnê bi tenduristî, bi kêf û bi aramî derbas bibin».
Di beşek din a peyamê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: «Ez ji bo birayên xwe yên Êzidî pêşerojek çêtir dixwazim. Wek her carê, ez piştgirîya xwe ji mafên we û daxwazên we re didim».
Barzanî peyama xwe wiha xelas kir: «Cejna Çile pîroz be, hûn her tim di kêfxweşiyê de bin».
Çavkanî: Rûdaw
