BIÇE NAVEROKÊ
CÎHAN1 DEQE XWENDIN

Balafirgeha Leipzîgê: tirsa îhayeke bi teqemeniyê

BERLÎN – Wezîrê Karên Hundir yê Almanyayê Alexander Dobrindt got, îhayeke bi teqemeniyê li Balafirgeha Leipzig/Halle hat girtin. Wî got dibe ku ev êrîşeke hîbrîd be.

PARVE BIKE
Balafirgeha Leipzîgê: tirsa îhayeke bi teqemeniyê

RastinewsBERLÎN – Wezîrê Karên Hundir yê Almanyayê Alexander Dobrindt, girtina îhayeke (firokeya bêpîlot) ku li Balafirgeha Leipzig/Halle amûrek teqemeniyê hilgirtibû, wek «senaryoyeke tehdîdê ya nû» binav kir. Wî got dibe ku ev bûyer bi awayekî profesyonel hatibe plankirin. Wî got îhtîmala êrîşeke hîbrîd tê nirxandin.

Îhaya bi teqemeniyê şevê çarşemê hat dîtin. Karmendekî li herêma ewlehiyê ya beşa bargiraniyê ya balafirgehê ew dît. Dezgeha Krîmînal a Eyaleta Saksonyayê (LKA) ragihand ku tîmên xebisandina bombeyan amûra teqemeniyê ya nenas a li ser îhayê bêkar kirine.

Dobrindt got ev bûyer bi awayekî amator nehatiye kirin. Wî got: «Ev ast a zanîna teknîkî û ezmûna bikaranîna teqemeniyê nîşana amadekariyeke profesyonel e. Em li vir bi senaryoyeke tehdîda hîbrîd re rû bi rû ne.»

Almanya ji ber vê yekê tirsiya ku bûyerên bi vî rengî dubare bibin. Ji ber vê yekê wê Navenda Parastina Hîbrîd û Navenda Parastina Îhayê ya li ser asta federal û eyaletan çalak kir. Dobrindt got sîstemên parastina îhayan, bi taybetî li balafirgehan, dê bêne xurtkirin.

Dozgeriya Giştî ya Saksonyayê lêpirsînê dimeşîne. Ew li ser nasnameya kesên sûcdar, çavkaniya teqemeniyê û girêdanên gengaz dixebite. Wê ragihand ku hemû îhtîmal, tevî motîvasyona tundrewî û terorê, tên lêkolîn.

Wezîrê Karên Hundir tu welat rasterast tawanbar nekir. Lê hin pisporên ewlehiyê yên Alman gotin ev bûyer li gel operasyonên hîbrîd ên Rûsyayê li dijî Almanyayê hevaheng e.

Piştî dîtina îhayê firîna balafiran li Balafirgeha Leipzig/Halle demkî hat rawestandin. Hin balafir ber bi balafirgehên din ve hatin şandin. Balafireke barkêşiyê ya DHL ku li Hannoverê daket, piştî lihevketina bi tiştekî din ê di hewayê de zirarek sivik dît. Berpirsiyar li ser îhtîmala îhayeke duyem jî dixebitin.

Partiya Kesk a muxalefetê ji ber van pêşketinan daxwaz kir ku Encumena Ewlehiya Neteweyî bi serokatiya Serokwezîr Friedrich Merz bi lezgînî kom bibe.
Çavkanî: DW

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Balafirgeha Leipzîgê: tirsa îhayeke bi teqemeniyê — Rastinews