Li Ermenîstanê hikûmet îstifa kir, Paşînyan dîsa bû serokwezîr
Li Ermenîstanê piştî ku parlamentoya nû hate hilbijartin rûniştina xwe ya yekem kir, hikûmetê îstifaya xwe pêşkêş kir. Piştre Nîkol Paşînyan dîsa wek serokwezîr hate tayînkirin.

RastinewsLi Ermenîstanê parlamentoya nû hate hilbijartin. Rûniştina wê ya yekem dest pê kir. Piştî vê yekê hikûmetê îstifaya xwe pêşkêş kir. Nîkol Paşînyan jî dîsa wek serokwezîr hate tayînkirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Ermenîstanê Armenpress, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di weşana zindî ya ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku hikûmetê îstîfa kiriye.
Paşînyan got, îro qonaxa 9an a Meclîsa Neteweyî bi rûniştina xwe ya yekem dest pê kir. Li gorî xala têkildar a Destûra Bingehîn a Ermenîstanê, hikûmet divê di roja rûniştina yekem a Meclîsa Neteweyî de îstîfaya xwe pêşkêşî Serokomar Vahagn Xaçaturyan bike. Wî got vê îstîfayê jî hat pêşkêşkirin.
Paşînyan destnîşan kir ku li gorî destûrê Serokomar dê îstîfaya hikûmetê qebûl bike. Wî got heta hikûmeteke nû neyê damezrandin, endamên hikûmeta heyî dê erka xwe bidomînin. Wî her wiha got piştî ku dema xebatê ya Meclîsa Neteweyî ya nû dest pê bike, kesê ku pirrahiya parlamentoyê wî pêşniyar dike dê wek serokwezîr bê tayînkirin.
Paşînyan got îro pirrahiya parlamentoyê dê kandîdê serokwezîr pêşkêş bike. Piştre jî tayînkirin dê pêk were.
Paşê li ser malpera fermî ya Serokomariyê fermanek hat weşandin. Di vê fermanê de hat ragihandin ku îstîfaya hikûmetê hatiye qebûlkirin.
Di fermaneke din a ku hat weşandin de jî hat ragihandin ku Paşînyan dîsa wek serokwezîr hatiye tayînkirin.
Di hilbijartinên parlamentoyê yên Ermenîstanê de Partiya Peymana Sivîl a Serokwezîr Paşînyan ji 105 kursiyan 61 kursî bi dest xist. Bi vî awayî bi tena serê xwe pirrahî bi dest xist.
