Hemû çav li Hurmiz e: Erakçî got «em di qonaxa dawî de ne»
Îran li ser statûya Tengava Hurmiz bi Ûmanê re danûstandinan dimeşîne û gihîşt xalek girîng. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakçî got ku danûstandin di qonaxa dawî de ne.

RastinewsÎran li ser pêşeroja Tengava Hurmiz bi Ûmanê re danûstandinan dimeşîne. Ev danûstandin gihîştin xalek girîng. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakçî ragihand ku danûstandin di qonaxa dawî de ne. Îsmaîl Bekayî yê Gotarbêjê Wezaretê jî got ku statûya tengavê wek berê nabe. Rêveberiya Tehranê li hember gefên Amerîkayê jî helwestek tund nîşan da.
PEYAMA ERAKÇÎ: LI SER TENGAVA HURMIZ EM DI QONAXA DAWÎ DE NE
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakçî ragihand ku li ser Tengava Hurmiz bi Ûmanê re danûstandin gihîştine qonaxa dawî.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, Erakçî li ser Tengava Hurmiz daxuyanî da.
Erakçî got ku bi Ûmanê re danûstandin li ser Tengava Hurmiz di qonaxa dawî de ne.
HIŞYARIYA TUND A BEKAYÎ JI AMERÎKAYÊ RE: BERSIVEK QET'Î WERDIGIRIN
Ji aliyê din ve Îsmaîl Bekayî yê Gotarbêjê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî got ku statûya Tengava Hurmiz wek berî şer nabe. Bekayî got: «Danûstandinên di navbera Îran û Ûmanê de gihîştine qonaxa encamdanê û derbasî qonaxa dawî dibin. Danûstandinên di navbera Îran û Ûmanê de duqasî ne û ev tiştê alîyê din napeyivin.»
Bekayî destnîşan kir ku welatê wan li hember gefên Amerîkayê helwesta xwe nade guhertin. Wî got: «Heke Amerîkî li dû macerajoyiyê bin, wê bersivek qet'î bistînin.»
