Venedîk ji Baca Ketinê 5 Milyon Ewro Qezenc Kir
Rastî-Venedîkê ragihand ku ji mêvanên ku roja xwe li navenda dîrokî derbas dikin baca ketinê distîne. Ev bac ji wan re heta niha zêdetirî 5 milyon ewro daxil kiriye.

RastinewsVenedîkê ragihand ku ji mêvanên ku roja xwe li navenda dîrokî derbas dikin baca ketinê distîne. Ev bac ji wan re heta niha zêdetirî 5 milyon ewro daxil kiriye.
Ev pêvajo ji Nîsanê heta dawiya Tîrmehê domiya. Di vê demê de, ji mêvanên ku beriya demê cih ji xwe re veqetandine 5 ewro, ji yên ku di dawiya dawî de tên jî 10 ewro hat standin.
Şaredariyê di 60 rojên herî qerebalix ên demsalê de zêdetirî 650 hezar carî bac stend. Li gorî daneyên ku ajansa dpa belav kirin, dahata giştî ji sînorê 5 milyon ewro derbas bû.
Berpirsên bajêr vê pîlotê wek serkeftî dîtin, çimkî bi vê rê qerebalixî hate kontrolkirin. Hevserokê şaredariyê pêşniyar kir ku ji sala pêş ve, di rojên herî qerebalix de, ev bac bibe 30 heta 50 ewro. Bi vî awayî dixwaze pêşiya qerebalixiya zêde bêtir bigire.
Ev baca ketinê tenê ji mêvanên rojane tê standin. Mêvanên ku li bajêr dimînin ji vê bacê têne îstîsna kirin.
