Hevserokê Şaredariya Tatvanê Mumîn Erol hat rawestandin

RastinewsPartiya DEM ragihand ku li ser Hevserokê Şaredariya Tatvanê Mumîn Erol pêvajoyeke dîsîplînê hatiye vekirin. Ji ber vê pêvajoyê, wezîfeya wî ya hevserokatiyê wek tedbîr hatiye rawestandin.
Ev daxuyanî ji aliyê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a Partiya DEM ve hat kirin. Li gorî daxuyaniyê, wezîfeya Hevserokê Şaredariya Tatvana Bidlîsê Mumîn Erol wek tedbîr hatiye rawestandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: «Li ser Hevserokê me yê Şaredariya Tatvanê Mumîn Erol pêvajoyeke dîsîplînê hatiye destpêkirin. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî saxlem û objektîf bimeşe, wezîfeya hevserokatiya şaredariyê ya Mumîn Erol wek tedbîr hatiye rawestandin. Pêvajoya dîsîplînê wê di demeke nêzîk de biqede û agahiyên pêwîst wê bi raya giştî re werin parvekirin.»
