SIYASET1 DEQE XWENDIN
Şamil Tayyar: Qanûna çarçoveyê temam bû, dibe ku bi roja înê were Meclîsê

RastinewsFeshkirina PKK û terkkirina çekan wê bi qanûnî bên misogerkirin. Qanûna çarçoveyê jî wê vegera endamên rêxistinê rêk bixe. Li ser vê qanûnê gav bi gav tê nêzîkî dawiyê.
Şamil Tayyar parlementerê berê yê AK Partiyê û rojnamevan e. Wî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsî. Got: «Qanûna çarçoveyê ya derbarê pêvajoya çareseriyê bi giştî temam bû. Heke pirsgirêkên di derbarê madeyekê de werin çareserkirin, pêşniyara qanûnê dibe ku roja péncşemê an jî înê bikeve Meclîsê. Plan ev e ku qanûn berî betlaneya Meclîsê derkeve.»
