Êrîşkar di operasyona polîsan de hat kuştin

RastinewsKesê ku guman li ser bû ku êrîşî Meşa Rûmetê ya Berlînê kiribû, Abdul Ballout, di operasyoneke polîs a li navçeya Spandau de hat kuştin.
Li Berlînê kesê ku guman li ser bû ku êrîşî çalakiya Christopher Street Day (CSD) kiribû, Abdul Ballout bû. Ew di operasyoneke polîs a li navçeya Spandau de hat kuştin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Almanî, Abdul Ballout welatiyekî Alman ê 21 salî bû. Ew li kompleksek baxçeyan a li Ruhlebener Straßeyê, di operasyona polîs de bi guleyan hat kuştin. Hat ragihandin ku operasyon hê jî berdewam e.
Polîsê Berlînê bi ragihandineke li ser WhatsAppê agahdarî da. Li gorî vê ragihandinê, Ballout di dema operasyona li Spandau de bi kêrê li ser tîmên polîs meşiyabû. Ji ber vê yekê, tîmên Operasyonên Taybet (SEK) gulebaran kirin. Ballout giran birîndar bû. Tîmên agirvemirînê li cihê bûyerê destwerdana wî kirin, lê ew nehat rizgar kirin.
Axaftvanê Polîsê Berlînê Florian Nath got ku lêpirsîna li ser kuştina Ballout dê ji aliyê Buroya Kuştinê ya Polîsê Berlînê ve bê kirin. Nath diyar kir ku lêpirsîna li ser êrîşa Tiergartenê ji aliyê Dozgeriya Federal a Giştî ve hatiye wergirtin. Ji ber vê yekê wî got, polîsê Berlînê dê li ser vê pelê agahiyên din parve neke.
