BIÇE NAVEROKÊ
ROJEV1 DEQE XWENDIN

Hêzên ewlekariyê yên Îranê wênekêşê kurd bi dayik û xwişka wî re kuştin

PARVE BIKE
Hêzên ewlekariyê yên Îranê wênekêşê kurd bi dayik û xwişka wî re kuştin

RastinewsLi ser rêya Sine-Meriwan hêzên ewlekariyê yên Îranê gulle avêtin erebeyekê. Di encamê de wênekêşê nas Mehdî Tewekolî, dayika wî û xwişka wî mirin. Tê gotin ku malbat hatiye tehdîtkirin, ji bo ku li ser bûyerê tu daxuyanî neyê dayin.

Li gorî agahiyên bidestketî, ev bûyer şeva berê li ser rêya Sine-Meriwan qewimî.

Hêzên ewlekariyê gulle avêtin erebeya ku wênekêş û çalakvanê çandê Mehdî Tewekolî bi xwe dajot. Di êrîşê de Tewekolî û dayik û xwişka wî ya ku di erebê de bûn, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Sê kesên ku jiyana xwe ji dest dan, îro li Goristana Beheşt-î Muhammedî ya Sine bi merasîmek cenazeyê hatin definkirin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, piştî bûyerê hêzên ewlekariyê malbata Tewekolî tehdît kirine û xwestine ku ew tu daxuyanî nedin çapemeniyê.

Hatiye îdiakirin ku ji malbatê hatiye xwestin bêjin ev mirin encama «qeza trafîkê» ne. Hatiye hişyarkirin ku heke ev ne wisa bibêjin, dê destûr neyê dayin merasîma cenazeyê û serxweşiyê.

Mehdî Tewekolî yek ji wênekêşên navdar ê Rojhilat bû. Wî li Herêma Kurdistanê jî çend pêşangehên wêneyan li dar xistibûn. Tewekolî endamê desteya nirxandinê ya Festîvala Wênekêşiya Kurdistanê ya li Silêmaniyê bû.

Ji bilî wênekêşiyê, Tewekolî di çalakiyên çandî de jî rolek çalak digirt. Bi taybetî wî di lidarxistina Newroza Sine de xebitî bû. Ji ber vê yekê berê jî çend caran ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin.

Çavkanî: Rûdaw

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Hêzên ewlekariyê yên Îranê wênekêşê kurd bi dayik û xwişka wî re kuştin — Rastinews