Îranê ragihand: 4 şervanên PJAK'ê jiyana xwe ji dest dan

RastinewsHêzên Ewlekariya Îranê ragihandin ku di operasyoneke li bajarê Banê ya Rojhilat de 4 şervanên PJAK'ê hatin kuştin.
Gotarbêjê Ewlekariya Îranê Saîd Munteziril-Mehdî li ser vê mijarê axivî. Wî got ku parêzgerên sînor û yekîneyên îstîxbarata Banê bi hev re tevgera li sînor şopandine.
Munteziril-Mehdî got ku ji xebatên îstîxbaratî hatiye zanîn kadroyekî bilind ê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) dê derbasî bajarê Banê bibe. Li ser vê bingehê biryara operasyonê hatiye girtin.
Di dema şopandin û taramê de erebeyeke cureyê «Samand» hatiye dîtin ku endamên PJAK'ê tê de bûn. Ev erebe hatiye dorpêçkirin. Munteziril-Mehdî got di navbera hêzên ewlekariyê û endamên rêxistinê de pevçûn derketiye. Di vê pevçûnê de 4 şervan hatin kuştin. Gotarbêj her wiha got ku di lêgerînên li ser cihê operasyonê de gelek çek û darûdorî hatine dîtin.
Li ser vê pevçûnê heta niha ji aliyê PJAK'ê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Çavkanî: Rûdaw
