MAFÊN MIROVAN1 DEQE XWENDIN
Şakranê hatibûn şandin, niha diçin Silîvriyê

RastinewsRojnamevan Çîgdem Mater û belgeselvan Mîne Ozerden 5 roj berê ji Girtîgeha Bakirköyê hatibûn şandin girtîgeha Şakranê. Niha jî ew tên şandin Girtîgeha Silîvriyê.
Rojnamevan û belgeselçêker Çîgdem Mater û belgeselvan Mîne Ozerden 20ê Tîrmehê ji Girtîgeha Bakirköyê ya Stenbolê hatibûn şandin Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê. Cihê wan dîsa tê guhertin.
Li gorî nûçeya T24ê, Mater û Ozerden îro tên şandin Girtîgeha Silîvriyê.
Di Dozeya Geziyê de bi tometa «alîkariya hewldana rakirina hikûmetê» 18 sal cezayê girtîgehê li Mater û Ozerdenê hatibû birîn. Ew ji Nîsana 2022an ve li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirköyê dihatin girtin.
