Ji Almanyayê 15 salan şûnda firîna rasterast a Sûriyeyê ya nû

RastinewsDi navbera Almanya û Sûriyeyê de piştî nêzî 14 salan firînên rêkûpêk ji nû ve dest pê kirin. Firîna Dûsseldorf-Şamê wek gava yekem a peymana hewayîtiya sivîl a her du welatan pêk hat. Tê plankirin ku ev tor di demeke nêzîk de heta Heleban jî bê fireh kirin.
Balafira ku ji bajarê Dûsseldorfê rabû, gihîşte Balafirgeha Navdewletî ya Şamê. Karsazgerê Balyozxaneya Almanyayê ya li Şamê Markus Hicken, got ku ev firîn yek ji encamên yekem ên peymana hewayîtiya sivîl e ku Sûriye û Almanyayê îmze kirine.
Hicken diyar kir ku plan heye firîn heta Heleban jî bên destpêkirin. Wî got ev jî beşek e ji hevkariya berfireh a di navbera her du welatan de.
Hicken bîr xist ku Almanyayê di dema dijwar a serdema rejîma Esed de zêdetirî mîlyonek penaberên Sûrî li xwe mêvandar kiribûn. Wî destnîşan kir ku Almanya dê alîkariya xwe ya ji bo pêvajoya vejandina Sûriyeyê bidomîne.
