BIÇE NAVEROKÊ
CÎHAN1 DEQE XWENDIN

Almanyayê ji welatiyên xwe li Îranê xwest ku welat biterikînin

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê got ku ji ber sedemên ewlehiyê xebatên Balyozxaneya Tehranê sînordar kirine û welatiyên xwe li Îranê ji nû ve gazî welat terikandinê kirine.

PARVE BIKE
Almanyayê ji welatiyên xwe li Îranê xwest ku welat biterikînin

RastinewsWezareta Karên Derve ya Almanyayê ji ber sedemên ewlehiyê xebatên Balyozxaneya Tehranê sînordar kir. Wezaretê careke din gazî welatiyên xwe yên li Îranê kir; got ku divê ew welat biterikînin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, balyozxane hê jî vekirî ye. Lê belê xizmetên konsolosî û viza tenê ji bo rewşên acîl û bi kapasîteyeke sînordar tên dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rewşa ewlehiyê ya Îranê ji nêz ve tê şopandin. Têkiliya birêkûpêk digel Balyozxaneya Tehranê didome. Ewlehiya personelê dîplomatîk pêşengiya herî girîng e. Hat diyarkirin ku tedbîrên parastinê li gorî pêşketinan tim têne nirxandin û nûkirin.

Wezareta Karên Derve wiha jî ragihand: ji ber sînorkirinên ku rayedarên Îranê li ser akredîtasyonên dîplomatîk danîne, balyozxane bi kadroya xwe ya tam nikare bixebite. Ji ber vê yekê balyozxane tenê dikare xizmeta konsolosî ya sînordar pêşkêş bike.

Hikûmeta Berlînê hişyariya rêwîtiyê ya li ser Îranê jî careke din dubare kir û gazî welatiyên xwe kir ku welat biterikînin. Ji Almanên li Îranê hat xwestin ku têkevin sîstema amadekariya krîzê ya bi navê ELEFAND. Bi vî awayî ew ê karibin hişyariyên ewlehiyê û agahdariyên rewşa acîl ên balyozxaneyê bistînin.

Wezaretê diyar kir ku hişyariya rêwîtiyê ya Almanyayê ya li ser Îranê û pêşniyara welatiyan a ji welat derkevin, çend sal berê hatibûn danîn. Wezaretê got ev ê li gorî pêşketinên li erdê bi awayekî birêkûpêk berdewam bên nirxandin.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Almanyayê ji welatiyên xwe li Îranê xwest ku welat biterikînin — Rastinews