Îdîaya rojnameya Amerîkî: Behreyn û Kuweytê li Îranê xistin
Tê îdîakirin ku Behreyn û Kuweytê di destpêka meha tîrmehê de bi awayekî veşartî balafirên şer şandine hin xalên Îranê. Li wan deran êrîş kirine.

RastinewsTê îdîakirin ku Behreyn û Kuweytê di destpêka meha tîrmehê de bi awayekî «veşartî» balafirên şer şandine hin xalên Îranê. Li wan deran êrîş kirine.
Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) xwe spartiye çavkaniyên nas ên vê mijarê. Li gorî nûçeyê, ji hin welatên Kendavê êrîşên tolhildanê li Îranê hatine kirin.
Li Behreyn û Kuweytê baregehên Amerîkî hene. Li gorî çavkaniyan, van herdu welatan wek bersiva êrîşên rêveberiya Tahranê, bi awayekî veşartî balafirên şer şandine Îranê û êrîşên hewayî lê kirine. Di van êrîşan de ne tenê avahiyên leşkerî, herwiha embarên dronên bêpîlot û mûşekan jî hatine armanckirin.
Li ser vê nûçeyê, ji rêveberiyên Kuweyt û Behreynê bersivek nehatiye wergirtin.
Nemaze Kuweyt û Behreyn, di nav hin welatên Ereb ên Kendavê de, gelek caran radigihînin ku pergalên wan ên berevaniya hewayî, êrîşên hewayî yên ji Îranê ve asteng kirine.
