Zilm Çi Ye? 3

RastinewsLi Gorî Marcel Hénaff Zilm: Hovîtî, Hewes û Xerabiya bi Mebest
Marcel Hénaff di gotara xwe ya bi navê «Rätsel der Grausamkeit» de (Lettre International, hejmar 109, sala 2015) cudahiyeke balkêş datîne holê. Li gorî wî, zilmê ne tenê radeya hêrsê, tundî an mêjûya êşê diyar dike. Ya sereke, vîna kesekî ye ku bi hewes û bi mebest xerabiyê li hember mirovekî din bike. Ji vê hêlê ve her kiryareke tund nayê binavkirin «zilm». Mînak, di dubendiyekê an di pevçûnek bi mirin biqede de tundiyeke mezin çêdibe. Lê herdu alî bi vîna xwe tevlî dibin. Ji ber vê yekê zehmet e meriv vê tundiyê «zilm» bi nav bike. Çimkî zilm ne tenê zerar dayîn e. Zilm ew e ku meriv bi înkarkirina mirovahiya kesekî din zerarê lê bide.
Di zilmê de tiştê diyarker ev e: kesê din ne wek subjek, lê wek tiştek tê dîtin. Mirov tê heywankirin, tê tiştkirin; êşa wî êdî wateyek nade. Li vir tundî êdî ne amûr e; ew dibe îfadeya xwesteka serdestiyê. Ji bo yê zilmê dike, êşa hember ne girîng e; girîng hêza li ser wê êşê ye. Ji ber vê yekê zilm ji tundiya sade cuda ye: zilm her tim serdestî, piçûkxistin û ji mirovahiyê derxistinê digire nav xwe. Tundî dikare bikuje. Lê zilm berî kuştinê mirov ji «mirovbûnê» derdixe.
Nesaxbûna Zilmê û Sînorê Lêborînê
Zilm ne tenê zerar dayîna kesekî ye; zilm xwestina serdestiyê ye, xistina kesekî bin îradeya xwe ye û hezkirina ji vê serdestiyê ye. Lê aliyekî herî tirsnak yê zilmê ev e: birîna wê nayê sax kirin. Birîna ku zilm vedike ne wek zerareke asayî ye; vegera wê tune ye. Ji ber vê yekê zilm ne tenê êşa li mexdûr e; zilm sûceke li hember demê ye jî. Tişta di raboriyê de qewimî, bi tu pêşerojê nayê hevsengkirin. Li vir mesela lêborînê jî têk diçe. Zilm ji sînorekî wisa derbas dibe ku, heke mexdûr karibe efû bike jî, ev efû însantiya wenda ji zalim re venagerîne. Çimkî mesele ne efûkirina kiryarekê ye; mesele ev e ku mirovahî bi xwe hatiye rawestandin. Zilm ji sînorên efûyê wêdetir diçe: efû jî bibe, tişta qewimî venagere şûna xwe.
Ji ber vê yekê zilm ne tenê binpêkirineke exlaqî ye. Zilm têkiliya di navbera mirovan de bi awayekî venagerî xirab dike. Yê zilmê dike, ne tenê zerarê dide yê din; ew zerarê dide mirovahiya xwe ya bi xwe jî. Pir caran ev zerar bi tu efûyê bi tevahî sax nabe.
Zilm di Şerê Nûjen de: Dûrahî, Rûyên Wenda û Razberî
Di şerên îro de teşeya zilmê guherîye. Dûrahiya di navbera zalim û mexdûr de zêde bûye. Gelek caran ev têkilî bi tevahî bêrû maye; kes rû bi rû nayên hev. Berê, tundiyê herî kêm rûbirûbûnek, nêrînek an şahidiyek dihewand. Lê di şerê nûjen de kuştin bi lêdana bişkokekê ve tê kirin. Bombeya atomê ya Hîroşîmayê nimûneya herî bibandor e: ji jor ve bajarek dibe hedef, lê rûyên mirovên li jêr yek bi yek nayên dîtin.
Ev dûrahî ne tenê fizîkî ye; ev dûrahiyeke hestî û exlaqî ye jî. Yê dikuje, çavên xwe nade çavên yê ku dikuje; ew tirsa wî, bêçaretiya wî û kêliya wî ya dawî nabîne. Bi vî awayî, sereke ya ku empatiyê çêdike winda dibe: rûbirûbûn bi rûyê kesekî din. Heke empatî tune be, gunehbarî jî kêm dibe. Çiqas gunehbarî kêm bibe, zilm ewqas bi hêsanî tê kirin.
Li vir tundiya nûjen bi rêya razberiyê dixebite: mirov êdî dibin têgehên wek «hedef», «koordînat» an «zerara alîgir». Ev ziman ne tenê zimanekî teknîkî ye; ev ziman wîjdanê jî radiweste. Yê din êdî ne mirov e; ew dibe tiştê pêvajoyê. Ji ber vê yekê paradoksa zilmê ya nûjen ev e: dûrbûna fizîkî, dûrbûna exlaqî jî hêsan dike. Nedîtin tê wateya nehestîn; nehestîn jî tê wateya nekişandina giraniya kiryarê. Bi vî awayî zilm ne tenê tê kirin; zilm ji hêla derûnî ve jî tê hemilandin.
Tundî di Nav Tundiyê de: Kirina Êşê ya Herheyî
Marcel Hénaff dema zilmê pênase dike, cudahiyeke din jî çêdike: zilm ne tenê tundî ye; zilm tundiya di nav tundiyê de ye. Bêjeyî, ew rewşa tundiyê ya hatiye qatkirin û tîjkirin e. Ji ber vê yekê ne her tundî an hişkbûn bi xwe zilm e. Di zilmê de tiştê diyarker ne tenê êş dayîn e; diyarker ew e ku meriv wê êşê bike herheyî. Bi zerar dayînê nayê veqetandin; ew zerar tê danîn nav demê û tê kirin bêsist. Ji ber vê yekê zilm ne kiryareke demkî ye; zilm bandoreke berdewam e. Xerabî ne tenê di kiryarê de ye; xerabî di berdewamiya wê de ye.
Li vir aliyekî sadîst yê zilmê derdikeve holê. Yê zilmê dike bi tenê zerarê nade; ew bi hewes bi vê kiryarê ve girêdayî dibe. Xerabî êdî ne amûr e; xerabî bi xwe dibe armanc. Ji ber vê yekê zilm bi «pêwîstî» an «neçarî» nayê rave kirin; zilm zêdehiyek e ku bi xwestekê tê domandin.
Awayê herî tirsnak yê zilmê ev e: xerabî bi mirinê jî naqede. Piştî mirina kesekî jî, binpêkirina rûmeta wî, kêmkirina nirxa wî an armancgirtina bîranîna wî berdewam dike. Ev tişt xwezaya zilmê ya belavbûyî li ser demê nîşan dide. Di vê rewşê de zilm ne tenê tundiyek li dijî bedenê ye; zilm êrîşek e li dijî bîranînê, mafê şînê û wateyên ku mirov li pey xwe dihêle. Ji ber vê yekê zilm ji tundiyê wêdetir tiştek e: zilm ne tenê êşê çêdike, zilm dixwaze wê êşê bidomîne û wê li ser demê bihelqîne.
Cureyên Zilmê: Marcel Hénaff û Wolfgang Müller-Funk
Di vê çarçoveyê de Marcel Hénaff û Wolfgang Müller-Funk (Crudelitas, Zwölf Kapitel einer Diskursgeschichte der Grausamkeit = Crudelitas: Diwazdeh Beşên Dîroka Gotara Zilmê, 2022) zilmê bi awayên cuda dabeş dikin. Ew bi vê dabeşkirinê avahiya zilmê ya piralî nîşan didin. Li gorî Hénaff, awayê yekem yê zilmê, zilmê rîtuwelî ye. Li vir armanc ne rasterast êş dayîn e. Mînak, di adetên goriyê de mexdûr bi xwe ne hedef e; mexdûr tenê amûrek e. Mesela sereke di têkiliya mirov û xwedê de ava dibe. Ji ber vê yekê êşa mexdûr dikeve pileya duyem, carinan jî bi tevahî nayê dîtin.
Awayê ku Müller-Funk jê re dibêje «zilma huqûqî an rîtuwelî» jî bi heman mantiqê dixebite. Di cezayên îdamê an di kuştinên sîstematîk de armanc êşa takekesî nîne; armanc parastina nîzamê ye. Bi vî awayî zilm êdî ne îstîsnayek e; zilm dibe parçeyek ji normê.
Ya duyem, Hénaff behsa zilma li dora bûyerekê organîzebûyî dike. Linçkirin nimûneya herî tîpîk e. Bûyerek wek çirûskekê tevdigere; mirov li dora vê bûyerê kom dibin û di demeke kurt de pêlek tundiya komî derdikeve. Awayê ku Müller-Funk jê re dibêje «zilma spontan û komî» vê dînamîkê temam dike. Di van rewşan de provokator girseyê teşwîq dikin, ber bi tundiyê ve rê nîşan didin û dihêlin zilm bidome.
Ya sêyem, Hénaff behsa zilma bi awayekî pîşeyî tê kirin dike. Îşkence nimûneya herî eşkere ye. Di vê cureyê de zilm dibe adeteke pîşeyî; kesê ku dike vê yekê wê asayî dike û dikare vê pîşeyê tevî jiyana xwe ya rojane bike. Têgihiştina Müller-Funk a li ser lêpirsîn û îşkenceyê jî li vir tê ser hev: zilm di bin navê hilberîna zanînê an standina îtirafê de sazî dibe û bi vî rengî meşrû tê dîtin.
Ya çarem, Hénaff behsa zilma ji nexweşiyên takekesî derketî dike. Meyalên psîkopatîk, hesta sadîst û xerabûnên takekesî dikevin vê kategoriyê. Warê ku Müller-Funk jê re dibêje «zilma keyfî û ezmûnî» jî li vir cih digire. Di vê cureyê de zilm êdî ne amûr e; zilm rasterast bûye tiştê kêfê.
Dema em van her du nêzîkatiyan bi hev re bifikirin, tiştek diyar dibe. Zilm ne tenê ji xeletiyên kesane an ji hêrsên demkî pêk tê. Zilm di rîtûelan de, di hiqûqê de, di dezgehan de, di tevgerên kolektîf de û di nexweşiyên kesane de bi awayên cuda ji nû ve tê hilberandin. Lê belê hemû van awayan xalek hevpar heye: Zilm binpêkirina sînorê mirov bi xwe ye. Ew êşa yekî din ne tenê mumkun dike. Ew wê êşê berdewam dike, dubare dike û carinan jî nedîtbar dike. Ji ber vê yekê zilm ne tenê zêdebûna tundiyê ye. Ew her wiha rawestandina wîjdanê ye. Belkî gava herî xeternak jî ev e: gava kesek êdî nabêje «ev nabe».
Ne Xwezaya Mirov, Zilm wek Hilberîna Çandî
Wolfgang Müller-Funk dibêje, di xwezayê de tenê zalim heywana mirov e. Ew balê dikişîne ser vê yekê: zilmkarî taybetiya mirov e. Fikrek nêzîk jî li ba Alfred Lorenzer heye (li beşa yekem a vê nivîsê binêrin). Di xwezayê de tundî heye, lê zilm tune ye. Kuştina zavirokê ya şêr ne zilm e; ew tenê tunekirin e. Zilm ne berhema xwezayê ye, berhema mirov e.
Yek ji taybetiyên bingehîn ên zilmê ev e: kesê ku zilmê dike, dema ku diêşîne, mirovê li hember xwe ji mirovbûnê derdixe. Li vir hêz, desthilat û tundî tevlihev dibin. Kesek dema xerabiyê li kesekî din dike, wî kesî jî sernizim dike û kêm dike. Ev ne tenê zerardan e. Ev nîşandana hêzê ye jî. Ji ber vê yekê zilm her tim di têkiliyeke nehevseng de derdikeve holê. Hevsengiya hêzê ji destpêkê ve xera bûye.
Zilm ne tenê tundî ye. Ew forma tundiyê ye ku hatiye tund kirin û zêde kirin. Tiştê ku zilmê ji tundiyê cuda dike ev e: hesta xwe-li-cihê-din-danîn (empatî), wîjdan û dilovanî bi awayekî sîstematîk têne rawestandin. Ji ber vê yekê zilm ne tenê zerarê laşî dide. Ew mebesta xwe dike kesayetiya mirov bi xwe. Mebest ne tenê êşandin e. Mebest sernizimkirin e, bêçarekirin e û di dawiyê de rakirina mirovbûna mirov e.
Xala din a ku Müller-Funk balê dikişîne ser wê, afirandariya mirov e di hilberandina zilmê de. Bi taybetî ramana Rojava gelek caran zilmê dide ser milê xwezayê. Bi vî awayî ew berpirsiyariya çandî ji ser xwe davêje. Lê belê zilm bi awayekî çandî tê hilberandin, tê rêxistinkirin û tê rewakirin. Ji ber vê yekê gotina «mirov heywanek zalim e» di heman demê de neheqiyek li heywanan jî dike.
Zilm ne tenê kiryarek xuya ye. Zilm hem alîyê subjektîf û hem jî alîyê objektîf heye. Zilm hem rûyên xuya û hem jî rûyên veşartî heye. Meyla binavkirina zalimên wek «dîn» an «bêaqil» pir caran tê bikaranîn. Ev meyl aliyê plansaz û aqilane yê zilmê vedişêre. Lê di dîrokê de gelek awayên zilmê bi hişmendî hatine sêwirandin. Ew hatine rêxistinkirin. Ew di nav têkiliyên berjewendiyê de hatine bicihkirin.
Li vir têkiliya di navbera zilm û desthilatê de girîng dibe. Dîrok tijî mînakên zilmê ye ku ji bo parastina desthilatê hatine kirin. Ev mînak ji mînakên tundiya ji bo gihîştina desthilatê zêdetir in. Gava desthilat tê destxistin, tirsa windakirina wê zilmê kûrtir dike. Ew zilmê dike sîstematîk. Ji ber vê yekê zilm pir caran ne tenê amûrek e. Ew dibe awayê domandina desthilatê bi xwe.
Vegotina Neçarî û Rewakirina Zilmê
Vegotina bingehîn a ku zalim ji bo rewakirina kiryarên xwe bikar tînin, vegotina «neçarîtiyê» ye. Zilm hema hema her tim ne wek tercîhek, wek neçarîtiyek tê pêşkêşkirin. Kesê ku zilmê dike, kirina xwe ne wek hilbijartinek nîşan dide. Ew wê wek riya tenê ya mimkun nîşan dide. Bi vî awayî berpirsiyarî ji vîna kesê zalim tê wergirtin. Ew berpirsiyarî tê barkirin ser «pêwistiya rewşê».
Ev vegotin ne tenê parastinek e. Ew di heman demê de rêzeke îdeolojîk e ku berdewamiya zilmê misoger dike. Ji ber ku gotina «çare tune bû» sûcê wek asayî nîşan dide. Ew hejîna exlaqî ya ku kuştin çêdike, dadipoşe. Lê belê ev asayîkirin ne kiryarê bi xwe, li şûna wê rewşa qurbanê diguherîne.
Zilm qet kiryara xwe wek «kuştina mirovekî bêsûc» bi nav nake. Berevajî vê, bêsûciya kesê hatî kuştin bi awayekî sîstematîk tê rakirin. Riya vê yekê jî ji-mirovbûn-derxistin e. Navê qurbanê tê guhertin. Ew ji nû ve bi peyvên wek «terorîst», «xayîn», «tehdît», «dijmin» tê binavkirin. Bi vî awayî kesê hatî kuştin êdî ne mirov e. Ew dibe tiştek ku divê were rakirin.
Ev guherîn ne tenê manîpulasyoneke zimanî ye. Ew avakirineke exlaqî ya nû jî ye. Zilm di nav xwe de exlaqekî xwe yê taybet çêdike. Di vê exlaqê de rûmeta qurbanê ji destpêkê ve tê stendin. Ji ber ku zilmkirin li kesekî ku rûmet, rû û çîroka wî heye, dijwar e. Ji ber vê yekê zilm pêşî qurbanê kêm dike. Piştre wî bêçare dike. Tiştên ku mirov dikin mirov — rûmet, nasîn û wate — bi awayekî sîstematîk têne xwarin.
Li vir zilm ne tenê laş, kesayetiyê jî dike hedef. Mebest ne tenê tunekirin e. Mebest rakirina kapasîteya hebûna wî kesî wek mirov e. Ji bo mirovekî, yek ji hilweşînên herî giran ne tenê êşkêşan e. Ew kêmkirin û bêparastinmayîn e jî.
Di her zilmî de sê alî hene: zalim, qurban û şahid. Vegotina ji-mirovbûn-derxistinê bi giranî vî alîyê sêyemîn dike hedef. Ji ber ku eger mirovbûna qurbanê di çavê şahidan de were jêbirin, zilm hêsantir tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê zilm her tim di heman demê de hem kiryar e hem jî vegotin e.
Di vê vegotinê de, zalim gelek caran xwe wek pêkanînerê neçariyekê dibîne. Lê di heman demê de ew ezmûneke hêza xeyalî jî dijî. Li vir cureyek xeyal derdikeve holê: hêza bêsînor, desthilata bêsînor û xeyala nayê rawestandin. Ev hesta hêza xeyalî, domandina zilmê xwedî dike. Ji ber ku zalim ne tenê kiryarekê pêk tîne. Ew di heman demê de xwe bi hêzê re yek dike.
Encam ev e: zilm ne tenê pêkanîna tundiyê ye. Ew di heman demê de jêbirina sîstematîk a mirovbûna qurbanê ye. Vegotina «em mirovên bêsûc nakujin» amûra herî girîng a vê jêbirinê ye. Ji ber ku ev dûrahiya zimanî û exlaqî ya di navbera «kuştina mirov» û «rakirina tehdîtê» de tê danîn, zilmê bi xwe nedîtbar dike.
Zilm, Hilweşandina Baweriyê û Dinyaya Paranoyak
Zilm ne tenê tundiyek e ku li laş tê kirin. Ew têkiliya baweriya bingehîn a mirov bi dinyayê re dike hedef. Jiyana rojane li ser tora baweriyeke nedîtbar hatiye avakirin. Dema hûn li îstasyoneke metroyê li benda bin, hûn texmîn dikin ku kesek ji pişt we ve we bernade ser rêlan. Ev texmîn baweriyeke bingehîn dihewîne: baweriya ku dinya pêşbînîkirî û jiyanbar e. Zilm tam li ser vê bingehê dixebite. Ew vê bingehê hildiweşîne.
Zilm tiştê ku em jê re dibêjin «ev nabe» mimkun dike. Ew rastiya rastiyê ji holê radike. Bi vî awayî rastî êdî ne avahiyek statîk e; ew perçe perçe dibe. Eger em vê perçebûnê ji alîyê psîkoanalîtîk ve binirxînin, ew hesta rastiyê ya kesî xera dike. Ew avakirineke paranoyak jî derdixe holê. Êdî tehdît ne tenê li derve ye. Tehdît li her derê ye.
Yek ji mekanîzmayên navendî yên vê pêvajoyê ji-mirovbûn-derxistin e. Zalim ji bo ku qurbanê ji holê rake, pêşî wî ji mirovbûnê derdixe. Ev ne tenê pêvajoyeke îdeolojîk e. Ew parastineke psîkoanalîtîk e jî. Li vir dabeşkirin (Spaltung) û projeksiyon dest pê dike. Zalim perçeyên xwe yên hilweşîner û neqebûlbar diavêje derve, ser qurbanê. Ew qurbanê wek «tehdît», «xayîn», «qirêj» ava dike. Bi vî awayî tiştê ku tê tunekirin, di rastiyê de perçeyekî hundir e ku hatiye derve kirin.
Alîyekî din ê balkêş ê zilmê hezkirina sadîk e. Lê ev hez ne tenê ji êşandinê tê xwarin. Ew ji sernizimkirinê û binpêkirina taybetmendiyê jî tê xwarin. Ev rewş bi taybetî di pratîkên îşkenceyê de xuya dibe. Ew bi hedefgirtina cihên herî bêparastin ên kesî ve girêdayî ye. Derxistina bi zorê ya tiştê taybet, tê wateya rakirina sînorên kesî. Ev ne tenê hilweşîneke fizîkî ye. Ew hilweşîneke sembolîk e jî.
Li vir kapasîteya xweparastinê ya qurbanê dihilweşe. Ya girîngtir jî, îhtîmala tolhildanê tê rakirin. Ev jî yek ji taybetiyên zilmê ye: baweriya mutleq a zalim, ku ew ê tu carî bersivê nebîne. Ev rewş xewna omnîpotansê — hebûna hêza her tiştî — xwedî dike. Zalim xwe wek xwedanê hêzeke bêsînor dijî. Qanûn, sînor û hevbendî ji holê radibin.
Ji ber vê yekê zilm ne tenê kiryarek e. Ew hewldana avakirina dinyayeke nû ye jî. Di vê dinyayê de domandina hebûna baş dijwar dibe. Referansên exlaqî tên xwarin. Mirov neçar dibin ku ji nirxên xwe dev berdin da ku bijîn. Li vir hevnasîna bi zalim re dest pê dike. Ji tirsê an ji xwesteka jiyanê, hin kes zimanê zalim dipeyivin. Lê ev hevnasîn yekîtiya hundirîn a kesî xera dike. Mirov bêyî ku dev ji rûmeta xwe berde, nikare bibe aliyê zalim.
Yek ji bandorên herî hilweşîner ên zilmê hilweşîna dinyaya hundirîn e. Temsîlên tiştên baş ên ku mirov di hundirê xwe de digire, têkiliyên baweriyê û bîranîn zerar dibînin. Eger em vê rewşê li gorî teoriya têkiliyên tiştan binirxînin, ev tê wateya perçebûna dinyaya hundirîn. Tiştên baş nayên parastin. Êdî dinya ne tenê li derve, li hundir jî ne ewle ye.
Ji ber vê yekê zilm ne tenê tundiyeke lê zêdekirî ye. Ew her wiha awayekî têkiliyê ye. Ew têkilî xerab e. Wek Wolfgang Müller-Funk jî destnîşan dike, li vir têkilî ne li ser naskirinê ye. Ne li ser hevbendî û empatiyê ye. Ew li ser xwestina tunekirinê, biçûkxistinê û hêza mutleq ava dibe.
Carinan hezkirin jî xerabiyê çêdike…
Li kolanê li dijî kesekî ku bi Kurdî diaxive derketin, ew biçûk xistin, xerabî ye. Çimkî biçûkxistin tenê armanc li kesekî nagire. Ew armanc li zimanekî digire. Ev bi awayekî sembolîk hewldana “tunekirinê” ye. Ev destwerdanek e ku dixwaze zimanekî, û bi vî awayî awayekî hebûnê, jê bibe. Lê ev xerabiyên kurt gelek caran ji hêla mirovan ve tên hemberî kirin. Ew wek rûbirûbûnên yekcar dimînin. Tişta rastî wêrankar ew e ku ev xerabiyên biçûk kom dibin. Ew dibin sîstematîk. Mînak, îmayên “bêexlaqî” li dijî Elewiyan, biçûkxistina îbadeta wan—ev jî xerabî ne. Lê tişta van dike zilm ne bêjeyên tenê ne. Ew berdewamî û dubarebûna wan e. Ew hilgirtina wan a ji hêla avahiyekê ve ye.
Di psîkanalîzê de em jê re dibêjin trawmaya kombûyî. Êşên ku bi tena serê xwe “biçûk” xuya dikin, bi dubarekirinê kom dibin. Ew dibin wêrankirineke derûnî. Li vir êdî em ne li ser xerabiya takekesî ye ku diaxivin. Em li ser xerabiyeke avahîsaziyê diaxivin. Ev avahî xerabiya rojane meşrû dike. Ew bêceza dihêle. Carinan jî wê teşwîq dike. Lê aliyekî din ê zeliqandî jî heye: reng û awayê têkiliyê. Eger mirov di têkiliyeke bindestî de bin, xerabî ne tenê êrîşa vekirî ye. Îhmalkirina xurt li hember lawaz, ji ber çavan re avêtin, an “hezkirineke” nehevseng jî dikare trawmatîk be.
Em vê bi awayê herî xam di têkiliya zarok-dê û bav de dibînin. Zarok bi awayekî hebûnî girêdayî dê û bav e. Ev têkilî ji xwezayê ve nehevseng e. Eger dê û bav zarokê xwe biparêzin, zarok ne tenê tê birîndarkirin. Hebûna wî bi xwe di bin tehdîdê de dimîne. Bikaranîna hêzê bi vî awayî, an jî vekişîna hêzê bi rêya îhmalkirinê, di demê de trawmayeke têkiliyê ya kûr çêdike. Ji ber vê yekê kesekî nehezkirin bi xwe ne zilm e. Mirov ne mecbûr in hev hez bikin. Kesê ku vê nivîsê dixwîne dibe ku ji min hez neke. Dibe ku ew ji min nefret bike jî. Ev bi xwe ne şideteke e. Lê heman bêhezkirin gava di têkiliyeke bindestî de derdikeve—mînak li dijî zarokekî—bandoreke trawmatîk çêdike. Çimkî li vir mesele ne tenê tercîheke hestyarî ye. Ew pêdiviyeke jiyanî ye. Rewşeke wek han di têkiliyên civakî de jî derdikeve. Xerabiya dewletê, dezgehan an nasnameya piraniyê li dijî kêmneteweyan her tim bi awayekî biçûkxistineke vekirî xuya nake. Carinan xerabî di dabeşkirina nehevseng a hezkirinê, eleqeyê û girîngdanê de derdikeve. Mînak mamosteyek dikare zarokên koçber li polê biçûk neke. Lê pêşxistina berdewam a zarokên Alman, nîşandana ku ew ji wan bêtir hez dike, dayîna îmtiyazê wan—û eşkerekirina vê yekê—li zarokên din birîndariyeke kûr çêdike. Li vir xerabî ne bi awayê nefretê derdikeve. Ew bi awayê hezkirineke nehevseng derdikeve. Belkî ji ber vê yekê mesele ne tenê “xerab bûn” an “baş bûn” e. Mesele ew e ka em çawa hez dikin.
Romantîzma gundê an nostaljî…
Çanda zilmê tenê mirovan naêşîne. Ew wê parçeya sembolîk jî diqelişîne ku jiyana me ya bi hev re mumkun dike. Bi gotineke din, ew wî “peymana” nedîtbar têk dibe ku me bi hev ve girêdide. Carinan jî wê tam ji holê radike. Zaroktiya min li bajarokekî derbas bû. Îro gava ez li paş dinêrim, ez hin şopên vê rêza sembolîk dibînim. Lê ez vê wek nostaljî an mezinkirin nabêjim. Çimkî ew rêz bi xwe jî ne bêqusûr bû. Dê û bav li kêleka zarokên sêwî hezkirina xwe ya ji zarokên xwe re bi sînortir nîşan didan. Ev vekişîna hezkirinê bû ji bo ku windahiya kesekî din neyê bibîranîn. Ev cureyekî nazikî, cureyekî ferasetê ye. Lê ew bi xwe jî vê pirsê dihewîne: Ma vekişîna hezkirinê bi rastî diparêze? An jî ew kêmasiyê bi awayekî din ji nû ve çêdike? Heta hezkirin jî li gorî birîna kesê din dihat rêxistin kirin. Lê ev rêxistinkirin carinan hezkirinê bi xwe jî kêm dikir. Em jî li kêleka feqîran şerm dikir ku em xwarin bixwin. Ev jî hesasiyetek bû. Dûrketin ji nîşandanê, sînordarkirina xwe li hember tunebûna kesekî din… Lê ev bi xwe jî helwesteke bû ku rûbirûbûna rasterast bi nehevsengiya xuyayî re dûdixist. Feqîrî ji holê ranedibû. Ew tenê kêmtir xuya dibû. Ev pratîkên biçûk qaîdeyên nazik ê jiyana bi hev re bûn. Lê ew jî qaîdeyên bi sînor bûn, ku nakokî tê de hebûn. Çanda zilmê ev nakokî jî ji holê radike. Çimkî zilm tenê nefretê hilnabere. Ew heman demê hesta şermê, pîvanê û nazikiyê jî dişuşe. Li şûna wan, xuyabûneke hov, eşkerekirina nehevsengiyê û bêhestî li hember kêmasiya kesekî din tê. Berê hezkirin dihat vekişandin ku birîna kesê din bê parastin. Îro heta hezkirin jî dikare bibe nîşandan, bibe pêşandana îmtiyazekê. Ji ber vê yekê mesele ne tenê windakirina raboriyê an rexnekirina îro ye. Mesele ew e ka exlaqê jiyana bi hev re bi kîjan awayan mumkun e. Li wir exlaqek hebû, lê kêm bû. Îro ew exlaq jî winda dibe.
Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.
