BIÇE NAVEROKÊ
CÎHAN1 DEQE XWENDIN

Herêma Kurdistanê êrîşên fuzeyî birin ber Parlamentoya Ewropayê

Herêma Kurdistanê, ku bûbû armanca êrîşên fuze û PÎY, alîkariya Ewropayê dixwaze. Nûnerê YE li Hewlêrê Dilawer Ajgeyî di civînek li Parlamentoya Ewropayê de got Herêma Kurdistanê ne alîyek şer û pevçûnên herêmê ye.

PARVE BIKE
Herêma Kurdistanê êrîşên fuzeyî birin ber Parlamentoya Ewropayê

RastinewsNûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê (YE) Dr. Dilawer Ajgeyî got ku di serdana xwe ya Parlamentoya Ewropayê de mijara êrîşên fuzeyî û hêşînaka bê mirov (PÎY) li ser Herêma Kurdistanê anîne rojevê. Wî got ji civaka navneteweyî alîkariya mezintir xwestine.

Dr. Dilawer Ajgeyî bi Rûdawê re axivî. Wî got ku bi şandeyeke nûnertiyê re seredana Parlamentoya Ewropayê (PE) li Brukselê kirine. Li wir bi Georgiana Teodorescu, parlamenterê PE ji Koma Sosyalîst û Demokratan re civiyane.

Dr. Dilawer Ajgeyî behsa mijarên civînê kir. Wî got: «Me pêşketinên siyasî, aborî û ewlehiyê yên dawî yên Rojhilata Navîn û Iraqê nirxand. Me bi awayekî zelal ji parlamenterên ewropayî re rola Herêma Kurdistanê wek lîstikvanekî bingehîn ê ewlehî û aramiya herêmê radigehand.»

«Herêma Kurdistanê ne parçeyek şer û krîzan e»

Ajgeyî got di civînê de êrîşên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê cih girtine. Wî van gotin kirin:

«Me di civînê de bi hûrgulî li ser êrîşên fuzeyî û dronan ên li ser Herêma Kurdistanê, windahiyên jiyanî û bandorên aborî yên van êrîşan sekinî. Me ji muhatabên xwe re got ku Herêma Kurdistanê ne parçeyek şer û krîzên herêmê ye. Berevajî vê, ew her dem navenda aşitî, ewlehî û jiyana bi hev re ya aştiyane dimîne.»

Dr. Dilawer Ajgeyî balê kişand ser girîngiya alîkariya navneteweyî di dijberîbûna gefan û zehmetiyên heyî de. Wî got: «Me tekez kir ku ji bo derbasbûna van zehmetiyan, piştgiriya hevalên me yên di civaka navneteweyî de û bi taybetî ya Yekîtiya Ewropayê ji bo Herêma Kurdistanê girîngiyeke jiyanî heye.»

Peyama piştgiriyê ji Parlamentoya Ewropayê

Ajgeyî behsa helwesta parlamenterê PE Georgiana Teodorescu di civînê de jî kir. Wî got: «Xanim Teodorescu bi pesnê rola avakar a Herêma Kurdistanê di herêmê de axivî. Wê piştgiriya xwe ji Hikûmet û gelê Kurdistanê re dubare kir. Her weha wê got ku bi tevahî amade ye di mekanîzmayên têkildar ên Parlamentoya Ewropayê de piştgiriyê bide Herêma Kurdistanê. Li dawiya civînê me li ser proje û planên hevkariyê yên serdema pêşerojê axivî.»

/Rûdaw/

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ