BIÇE NAVEROKÊ
CÎHAN2 DEQE XWENDIN

Li Ewropayê bi emaîlê gefên bombeyê li dibistanan: Li Îtalyayê bi sedan dibistan hatin valakirin

Li Îtalyayê roja çarşemê zêdetirî 300 dibistanan emaîlên bi gefên bombeyê wergirtin. Gelek ji wan hatin valakirin. Li Îrlanda ya Bakur û li Skotlandê jî gefên wiha gihîştin bi sedan dibistanan. Berpirsan dibêjin ev gef metirsiyekê rastîn nîne.

PARVE BIKE
Li Ewropayê bi emaîlê gefên bombeyê li dibistanan: Li Îtalyayê bi sedan dibistan hatin valakirin

RastinewsDi emaîlên ku ji dibistanên Îtalyayê re hatibûn şandin de, hat nivîsîn ku di avahiyê de bombeyeke ku ji dûr ve dikare biteqe hatiye danîn. Ji Romayê heta Milanoyê, ji Napolî heta Cenovayê, li gelek bajaran xwendekar, mamoste û xebatkarên dibistanan ji avahiyan derketin. Polîsan li dibistanan lêgerîn kirin.

Wezîrê Perwerdehiyê yê Îtalyayê Giuseppe Valditara, li ser kanala La7 got hejmara dibistanên ku emaîl wergirtine nêzîkî 300 ye û gotibû dibe ku ev hejmar zêdetir bibe. Hin kanalên weşanê yên Îtalî nivîsîn ku peyam gihiştiye 6 hezar dibistanan. Ev hejmar bi awayekî fermî neyê piştrastkirin.

Valditara got metirsiyeke konkret tune ye. Got ku hedef kirina bi vî qasî dibistanan bi hev re, bawerîbûna gefê kêm dike. Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni jî berpirsên hikûmetê, îstîxbaratê û Ajansa Ewlehiya Sîber a Neteweyî gazî civîneke lezgîn li Qesra Serokwezîriyê kir.

Îmzayek nayê nasîn

Emaîl bi îmzaya «Mihail Andropov, serokê Walatê Misoginistanê» hatibûn şandin. Berê kesek an saziyek bi vî navî nayê naskirin. Li gor çavkaniyên hikûmeta Îtalyayê, van peyaman heman îmzayê hildigrin ku di hefteyên borî de ji hin şirketên firînê û kanalên televizyonê yên Ewropayê re hatibûn şandin.

Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Guido Crosetto jî got ev gef beşek in ji stratejiyeke ku mebesta wê afirandina fikarê ye. Got ev tişt wê zêde bibin.

Li Îrlanda ya Bakur dibistan vekirî man

Li Îrlanda ya Bakur zêdetirî 300 dibistanan di saetên sibê de peyamên wisa wergirtin. Cîgirê Rêveberê Polîsên Îrlanda ya Bakur Anthony McNally, got li gor dîtinên destpêkê metirsî ji bo gel nizm e. Wezareta Perwerdehiyê şîret kir ku dibistan vekirî bimînin heta ku polîs hişyariyeke din nekin.

Rêveberiya Perwerdehiyê ya Îrlanda ya Bakur got ev peyam dişibihin gefên meha borî yên ku ji nêzîkî 300 dibistanan re hatibûn şandin û derketibûn sexte.

Polîsên Skotlandê jî ragihandin ku emaîlên gihiştine dibistanan wek gefên sexte têne nirxandin. Li Komara Îrlandayê jî hin dibistanan heman peyam wergirtin. Li gor nûçeya Deutsche Welle, ya ku xwe spartiye dpa, Reuters û AFP, li dibistanên Îngilîstan û Îrlandayê valakirineke giştî nehat kirin.

9 roj berê jî heman peyam hatibû şandin

Li Îtalyayê di 2ê Mijdarê de jî emaîlek bi hemû wateyekê bi vî rengî ji 271 dibistanan re hatibû şandin. Di wê peyamê de şander bi navê «Artêşa Parêzgerên Şoreşa Îslamê» xwe dabû nasandin.

Di mehên borî de li Ewropayê sîstemên sariyê yên marketan û banqeyên xwînê jî bûbûn hedefa êrîşên sîber. Van êrîşan li parzemînê fikarên derbarê gefên hîbrîd zêdetir kiribûn.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Li Ewropayê bi emaîlê gefên bombeyê li dibistanan: Li Îtalyayê bi sedan dibistan hatin valakirin — Rastinews