Li Şengalê 90 gorên komî: cesedên zêdetirî 500 Kurdên Êzidî hê li morgê ne
Dezgeha Şehîdan a Iraqê ragihand: IŞÎD li Şengalê 90 gorên komî vekiriye. Belgekirina 85 ji wan qediyaye. Lê tenê cesedên 300 Kurdên Êzidî radestî malbatên wan hatine kirin. Dezgehê got dibe ku li herêmê hê gorên nedîtî hebin.

RastinewsSerokê Dezgeha Şehîdan a Iraqê Abdulîlah Naîlî ji rojnameya Es-Sabah a Iraqê re axivî. Wî behsa gorên komî yên ji komkujiya IŞÎD'ê li Şengalê kir. IŞÎD di sala 2014an de li dijî Kurdên Êzidî komkujî kiribû. Naîlî got heta niha li herêmê 90 gorên komî hatine dîtin.
Naîlî got lênêrîn û belgekirina 85 ji van goran qediyaye. Ji van goran bi qasî 700 ceset hatine derxistin. Cesed ketine bin lêkolîna edlî.
Tenê 300 malbat karîbû mirovên xwe binax bikin
Naîlî got Dezgeha Lêkolîna Edlî bi xebatên nasnameyê, 300 cesedên Kurdên Êzidî radestî malbatên wan kiriye. Xebat li ser pênc gorên din berdewam dike.
Naîlî got dibe ku li Şengalê hin gorên komî hê neyên dîtin an venebûbin. Ji ber vê yekê dosya hê nehatiye girtin.
«Dezgeha lêkolîna edlî têrê nekir»
Nasnamekirina cesedan hêdî diçe. Ev yek nûnerên Êzidî aciz dike. Serokê Îtîlafa Doza Êzidiyan û Parlamenterê Iraqê Murad Îsmaîl, di 1ê Cotmehê de di merasîma vesartina 25 Kurdên Êzidî li Şengalê de rexne li dezgehên lêkolîna edlî girt.
Îsmaîl got: «Mafê malbatan ku mirovên xwe binax bikin, mafekî bingehîn ê rûmeta mirovahiyê ye. Lê dezgeha lêkolîna edlî di vê pêvajoyê de têrê nekir. Cesedên zêdetirî 500 şehîdên Komkujiya Êzidiyan hê li morgên lêkolîna edlî li bendê ne.»
25 kesên ku wê rojê hatin vesartin, komeke nehem bûn. Ev kom, piştî tesbîtkirina nasnameyê radestî malbatên xwe hatibû kirin.
Fermana 73
IŞÎD piştî ku Mûsil desteser kir, di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şengalê kir. Bi sedan Kurdên Êzidî di komkujiyên komî de hatin kuştin. Zêdetirî 6 hezar kes, ku piraniya wan jin û zarok bûn, hatin revandin.
Jin û keçên biçûk ji aliyê IŞÎD'ê ve hatin koletî kirin. Lawên biçûk bi zorê ketin leşkeriyê. Kurdên Êzidî vê qirkirinê wek Fermana 73 bi nav dikin.
Li gorî daneyên Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên Revandî, 1500 Kurdên Êzidî bi tifingan hatin kuştin. Nêzîkî 2500 kesên hatine revandin, hê jî winda ne.
Rizgarî û nasname
Şengal bi piştgiriya hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî, di operasyoneke hevpar de di 13ê Mijdara 2015an de ji IŞÎD'ê hat paqijkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2019an de 3 Tebax wek «Roja Qirkirina Êzidiyan» îlan kir.
Ji xeynî Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî, gelek dewlet fermana li dijî Êzidiyan wek qirkirin nas kirin: Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Kanada, Awustralya, Skotlanda, Îrlanda, Ermenîstan, Portugal, Hollanda, Belçîka û Lûksemburg.
