Zewaca ku li Elezîzê di malê şewitî de hat dîtin, bi çek hatiye kuştin
Ağa û Hayriye Üykü li navçeya Karakoçanê di şewata malekê de jiyana xwe ji dest dabûn. Otopsiyê diyar kir ku ew berî şewatê bi çek hatine kuştin. Li ser laşên wan şopên guleyan hatin dîtin. Zêr û tiştên hêja jî ji malê winda ne.

RastinewsLi navçeya Karakoçanê ya Elezîzê laşên Ağa Üykü û jina wî Hayriye Üykü di malekê şewitî de hatin dîtin. Diyar bû ku ew bi çek hatine kuştin.
Bûyer li mezraya Ürünlüyê ya gundê Koçyiğitler qewimî. Piştî ku şewata malê du qatî hat vemirandin, laşên zewacê hatin dîtin.
Di lêkolîna pêşîn de hat texmînkirin ku ew ji ber dûmanê jehrî bûne. Lê belê li Sazgeha Tibba Edlî ya Meletiyê otopsî hat kirin. Li ser laşên wan şopên guleyan hatin dîtin.
Tê texmînkirin ku mal piştî kuştinê hatiye şewitandin. Armanc ew bû ku bûyer wek şewatekê were nîşandan. Hin zêr û xişrên malê jî winda ne.
Cendirme lêkolînê didomîne. Armanc girtina fail an failan e. Cenazeyên Ağa û Hayriye Üykü li mezraya Ürünlüyê li kêleka hev hatin veşartin.
