BIÇE NAVEROKÊ
ROJEV1 DEQE XWENDIN

Kurtulmuş: 'PKK dest bi radestkirina çekan dike'

Serokê TBMM'ê Numan Kurtulmuş got, bi yasaya çarçoweyê re PKK'ê dest bi pêvajoya radestkirina çekan kiriye.

PARVE BIKE
Kurtulmuş: 'PKK dest bi radestkirina çekan dike'

RastinewsSerokê TBMM'ê Numan Kurtulmuş bi Serokê Meclîsa Nûneran a Iraqê Heybet Helbûsî re civiya. Helbûsî ji bo serdanê hatibû Enqereyê. Piştî civînê her du siyasetmedar civîna çapemeniyê li dar xistin.

Kurtulmuş got, PKK ketiye pêvajoya feshkirina xwe û radestkirina çekan. Kurtulmuş got ew piştgiriya entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de didin.

Kurtulmuş anî ziman ku divê ev pêvajo Iraqê jî bihewîne. Wî got amadekariyên ji bo radestkirina çekên komên çekdar ên li Iraqê bo hikûmeta navendî meha bê dest pê dikin.

Kurtulmuş got: «Ez hêvî dikim projeya çeksizkirina Iraqê zû were pêkanîn û aştî û asûdehî li seranserê Iraqê serdest bibe.»

Serokê Meclîsa Iraqê Helbûsî jî got xebat berdewam in ku çek tenê di bin kontrola dewletê de bimînin. Wî got: «Di 30ê Îlonê an jî 1ê Cotmehê de dê xebatek bê destpêkirin da ku hemû çek bikevin bin otorîteya dewletê.»

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ