BIÇE NAVEROKÊ
ABORÎ1 DEQE XWENDIN

Bersiva Kanada bo Amerîkayê: Baca hesin gihîşt sedî 50

Hikûmeta Serokwezîrê Kanada Mark Carney, li ser bi sedan hilberên ji Amerîkayê tên anîn, baca gumrikê ya di navbera sedî 15 û sedî 50 de danî. Bi vê gavê tê xwestin ku dest ê Ottawayê di danûstandinên bi Washingtonê re xurttir bibe.

PARVE BIKE
Bersiva Kanada bo Amerîkayê: Baca hesin gihîşt sedî 50

RastinewsBi van bacên tolhildanê yên Kanada, lêçûna şerê bazirganiyê ji bo pargîdanî û xerîdarên Amerîkî zêde dibe. Armanc ev e: hikûmeta Washingtonê vegere ser maseya danûstandinê.

Brian Clow di dema Trudeau de şêwirmendê bilind yê bazirganiyê di navbera Amerîka û Kanada de bû. Wî got, Kanada van bacan ne ji ber ku şerê bazirganiyê dixwaze datîne. Ew wan datîne da ku şer biqede.

Clow ji Bloomberght re got: «Kanada van bacan ne ji ber ku şerê bazirganiyê dixwaze datîne. Ew wan datîne ji ber ku dixwaze şerê bazirganiyê biqede.»

Bacên Trudeau ji aliyê Carney ve hatibûn rakirin

Di dema serokwezîrê berê yê Kanada Justin Trudeau de, li dijî Amerîkayê bacên tolhildanê hatibûn danîn. Lê hikûmeta Carney, nêzî sal berê, beşek mezin a van bacan rakiribû.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ