MÎT dê 72 xalên ku PKK vala kiriye kontrol bike
Gotarbêjê Serokomandaniya Giştî ya Hêzên Çekdar yên Iraqê Sabah Numan got ku ji bo misogerkirina ewlehiyê li herêmên ku PKK jê vekişiyaye, di navbera Bexda, Hewlêr û Enqereyê de li ser mekanîzmayeke hevpar

RastinewsGotarbêjê Serokomandaniya Giştî ya Hêzên Çekdar yên Iraqê Sabah Numan ragihand ku ji bo misogerkirina ewlehiyê li herêmên ku PKK jê vekişiyaye, di navbera Bexda, Hewlêr û Enqereyê de li ser mekanîzmayeke hevpar hatiye lihevkirin.
Numan, ku ji Kanal 8 re axivî, got ku Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê bi hevrêziya Tirkiyeyê re tevbigerin. Li gorî vê yekê, li herêmên ku PKK vala kiriye, Cerdevanên Sînor ên Iraqê û hêzên Pêşmerge dê bên bicihkirin.
Numan destnîşan kir ku Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) dê li erdê kontrol bike ka 72 mewzî û penageh yên ku PKK bikar dianîn bi tevahî hatine valakirin an na.
Li Qendîl, Zap, Metîna û Gare rêxistineke nû
Di çarçoveya vê planê de tê pêşbînîkirin ku valahiya ewlehiyê ya ku dibe li herêmên çiyayî yên ku PKK jê vekişiyaye — bi taybetî Qendîl, Zap, Metîna û Gare — derkeve, dê ji aliyê hêzên Iraq û Herêma Kurdistanê ve were dagirtin.
Tê plankirin ku Cerdevanên Sînor ên Iraqê bi awayekî hevrêz digel hêzên Pêşmerge li ser xeta sînorê Iraq-Tirkiyê bêne bicihkirin.
Numan her wiha got ku li dora Hewlêr û Silêmaniyê wê pênc xalên radestkirinê bên avakirin, li ku endamên PKK dikarin çekên xwe deynin. Hate destnîşankirin ku çekên ku têne radestkirin dê bêne tomarkirin û radestî deshelatên têkildar bêne kirin.
Tê bendewarîkirin ku 7 heta 8 hezar kes vegerin Tirkiyeyê
Li gorî nûçeya Independent Türkçe ya ku xwe dispêre Kanal 8'ê, tê bendewarîkirin ku 7 heta 8 hezar endamên PKK ji Iraq û Sûriyê vegerin Tirkiyeyê.
Di nûçeyê de hat gotin ku rêziknameya qanûnî ya têkildarî pêvajoyê dê endamên asayî yên rêxistinê bihewîne, lê belê nêzîkî 230 kesên payebilind û kesên ku tometa kuştinê li ser wan heye dê ji vê rêziknameyê sûdê nebînin.
Çavkanî: Kanal 8
