Îran: ABD û aliyên beşdarî êrişan bûne berpirsiyar in

RastinewsWezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku dê bersiva êrişên li dijî welat berdewam bike. Wezaretê got ku ne tenê ABD, herwiha aliyên din ên di amadekirin an pêkanîna êrişan de cih girtine jî wê berpirsiyar bêne girtin.
Wezaretê li ser êrişên ABD yên li Girava Larkê, nêzî Tengava Hurmuzê, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev êriş armanc kirine «serwerî û yekîtiya axê» ya Îranê. Hate diyarkirin ku di van êrişan de hem sivîl û hem jî leşker jiyana xwe ji dest dane.
Hat parastin ku operasyonên Hêzên Çekdar ên Îranê li dijî baregehên leşkerî yên ABD li Urdunê, di çarçoveya «mafê xweparastina qanûnî» de ne.
Wezaretê ragihand ku ne tenê ABD, di heman demê de aliyên din ên ku di amadekirin an pêkanîna êrişan de rolek girtine jî wê berpirsiyar bêne dîtin.
Di daxuyaniyê de gazî Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Sekreterê Giştî yê NY jî hat kirin. Ji wan hat xwestin ku ji bo parastina aşitî û ewlekariya navneteweyî tevbigerin.
Tolhildan li hember êrişa Girava Larkê
Artêşa ABDyê şeva borî du êriş li Girava Larkê, ya nêzî Tengava Hurmuzê, li dar xist. Li gorî agahiyan, di êrişan de bi kêmî 2 kes, tevî sivîlan, jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku 2 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wek bersiv, baregehên hewayî yên Muvaffak Salti û Kral Huseyn li Urdunê, ku ji aliyê hêzên ABDyê ve tên bikaranîn, bi mûşekên balîstîk hatin armanckirin.
Artêşa Îranê herwiha ragihand ku bi dehan balafirên bêpîlot li leşker û helîkopterên ABDyê yên li Baregeha Hewayî ya Al Minhadê, li Îmaretên Erebî yên Yekbûyî, êriş kirine.
