BIÇE NAVEROKÊ
JIYAN1 DEQE XWENDIN

Bahoz li Tûnayê bi ser ket

PARVE BIKE
Bahoz li Tûnayê bi ser ket

RastinewsJi ber germahiya zêde û bahozê ava Tûnayê gihîşt asta herî nizim a dîrokî. Bi sedhezaran kes li Ewropayê rastî krîza elektrîkê tên.

Li Budapeştê, paytexta Macarîstanê, asta ava çem di destpêka vê heftê de daket 10 santîmetreyan. Ev jî ji asta herî nizim a berê, ku sala 2018an 33 santîmetre bû, pir kêmtir e. Tê pêşbînîkirin ku di hefteyên pêş de asta avê hilnekeve. Barîna girîng nayê pêşbînîkirin, germahiya rojê jî digihîje 38 pileyan.

Astên avê yên herî nizim, santralê Paks jî anî ber girtinê. Paks tenê santrala nukleerî ya Macarîstanê ye. Reaktorên vê santralê bi ava Tûnayê sar dibin. Roja Duşemê, li şûna 2 hezar megawatan, tenê 240 megawat elektrîk hat hilberandin. Bi giştî, Paks bi tena serê xwe nêzî nîvê hilberîna elektrîkê ya Macarîstanê temîn dike.

Ji ber vê krîzê, hikûmeta Macarîstanê ji pîşesaziyên mezin xwest ku mesrefa elektrîkê kêm bikin. Ji welatiyan re jî banga tasarrûfa dilxwazî hat kirin. Herwiha, ji vê heftê ve li welêt ji bo trênên elektrîkê sînorkirina demê hat destpêkirin.

Li Romanyayê artêş bi teqemeniyê li çem destwerdan

Li Romanyayê artêşê hin kevirên di binê çem de bi 180 kîlo teqemenî teqandin. Armanc ew bû ku avek zêdetir bighêje Santrala Nukleerî ya Cernavodayê.

Piştî teqîna di bin avê de, stûnek ava mezin li Tûnayê bilind bû

Di vê santralê de reaktorek jixwe ji ber kêmbûna avê hatibû girtin. Endîşe heye ku reaktora duyem jî were sekinandin. Santrala Cernavodayê bi ava Tûnayê sar dibe û nêzî sedî 20ê hewcedariya elektrîkê ya Romanyayê temîn dike.

Ji bo ku krîzeke enerjiyê pêk neyê, li ser daxwaza hikûmetê, kargehên otomobîlan ên Dacia û Ford heta 19ê Tebaxê hilberîn sekinandin.

Li Sirbistanê jî astên herî nizim ên ava Tûnayê bandor li santrala sereke ya hîdroelektrîkê kir. Hatiye ragihandin ku ev santral tenê bi sedî 20ê kapasîteya xwe dixebite.

Çavkanî: DW

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Bahoz li Tûnayê bi ser ket — Rastinews