BIÇE NAVEROKÊ
MAFÊN MIROVAN1 DEQE XWENDIN

Pakistan: Şewat li nexweşxaneyekê, 15 pitik mirin

PARVE BIKE
Pakistan: Şewat li nexweşxaneyekê, 15 pitik mirin

RastinewsLi paytexta Pakistanê, li Îslamabadê, şewat li nexweşxaneyekê derket. Şewat li beşa nûzayan a vê nexweşxaneyê dest pê kir. Li gorî agahiyên yekem, 15 pitik jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku şewat ji teqîna kompresora klîmayê derketiye.

PITIKEK HAT RIZGARKIRIN

Li gorî nûçeya kanala Geo News, berpirsiyaran got di kata şewatê de yek pitik hatiye rizgarkirin. 15 pitikên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Ekîbên rizgarkirinê ragihandin şewat hatiye vemirandin. Li cihê bûyerê xebatên sarkirinê didomin. Ji bo lêkolîna sedema şewatê, komîteyek vekolînê hatiye avakirin.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Pakistan: Şewat li nexweşxaneyekê, 15 pitik mirin — Rastinews