Aktîvîsteke Alman: Li gîravaniya Tirkiyeyê tecawiz li min bû
Aktîvîsteke Alman a bi navê Paula Maier îdia kir ku li gîravaniya ku lê hatibû girtin, ji bo ku ji Tirkiyeyê were derxistin, karmendekî ewlehiyê tecawiz lê kiriye.

RastinewsAktîvîsteke Alman a bi navê Paula Maier îdia kir ku li gîravaniya ku ew lê hatibû girtin, ji bo ku ji Tirkiyeyê were derxistin, karmendekî ewlehiyê tecawiz lê kiriye. Nivîskara Alman Nadia Schuhmann gotinên Maier gihandin raya giştî. Wê rêveberiya Berlînê rexne kir, ji ber ku ew bêdeng maye.
Maier got di meha rêbendanê de, digel komeke aktîvîstan çûbû Tirkiyeyê. Li wir hatibû girtin. Wî got li gîravaniya ku ji bo derxistinê lê hatibû girtin, êrîşa zayendî lê hatibû kirin.
Li gorî nûçeya Perspektive Online Maier di roja çarşemê de ji raya giştî re ragihand: di dema ku ew di gîravaniyê de bû, karmendekî ewlehiyê tecawiz lê kiriye.
Tê gotin komeke ji 16 aktîvîstan, Maier jî di nav de bû, ji bo piştgiriya Rojava çûbûn Bakurê Kurdistanê. Maier got aktîvîstên din ên di heyetê de jî, di gîravaniyê de rastî awayên cuda yên tundiyê hatibûn.
«Tundiya zayendî li dijî jinên siyasî tê bikaranîn»
Nadia Schuhmann a ku daxuyaniyên Maier nivîsandiye, got tundiya zayendî tê bikaranîn da ku jinên çalak ên siyasî bêne tirsandin. Armanc ew e ku ew werin şermezar kirin û ji tekoşîna siyasî dûr bikevin.
Schuhmann got ji ber vê yekê girîng e ku Maier tiştên serê wê hatî bi raya giştî re parve bike. Wê nivîsî berê jî li girtîgeh û gîravaniyên Tirkiyeyê îdiayên îşkence, xerabtêkirin û tundiya zayendî hatibûn gotin.
Rexneya bêdengiyê li hikûmeta Almanyayê
Schuhmann di nivîsa xwe de hikûmeta Almanyayê jî, ji ber pêwendiyên leşkerî û siyasî yên bi Tirkiyeyê re, bi tundî rexne kir.
Schuhmann bîr xist ku Almanyayê ji salên dirêj ve çek şandine Tirkiyeyê. Wê got helwesta Berlînê li hember îdiayên binpêkirina mafên mirovan, ji pêwendiyên bi Tirkiyeyê re nayê veqetandin.
Di nivîsê de hat gotin di salên 2018 û 2019an de Almanyayê çekên gelek zêde şandine Tirkiyeyê. Di sala 2024an de destûrên eksportê yên ber bi Tirkiyeyê ve gihîştine nêzî 230 mîlyon euroyî. Di tîrmeha 2025an de destûr ji bo şandina balafirên şer ên Eurofighter hatiye dayîn.
Schuhmann got bi heman awayî, hemwelatiyên Almanyayê yên ku li Îsraîl û Sûriyeyê rastî tundiya zayendî, îşkence û xerabtêkirinê hatibûn jî, ji rêveberiya Berlînê bersivek têr wernegirtine.
Di nivîsê de agahiyek tune ku rayedarên Tirkiyeyê li ser îdiaya tecawizê ya Maier daxuyaniyek dabin. Herwiha agahiyek jî tune ku ev îdia ji aliyê çavkaniyên serbixwe an dezgehên dadwerî ve hatibe piştrast kirin.
