Lêpirsîna Gulistan Doku: Pêleke Nû ya Operasyonan, 18 Kes Hatin Desteserkirin

RastinewsDERSÎM — Ji 5ê Rêbendana 2020an ve tu xeber ji xwendekara zanîngehê Gulistan Doku peyda nebûye. Lêpirsîna vê pirsê berfireh dibe. Bi fermana Serokdadgeriyên Giştî yên Erzirom û Dêrsimê, di heman demê de li 15 parêzgehan operasyon hat kirin.
Tîmên Fermandariya Jandarmeriya Parêzgeha Erzirom operasyon li 15 bajaran kirin: Stenbol, Nevşehir, Isparta, Bilecîk, Bursa, Çanakkale, Ordu, Aydîn, Amed, Kayserî, Enqere, Erzîncan, Eskîşehîr, Îzmîr û Entalya. Armanca operasyonê 19 kes bûn. Di nav wan de mudurê emniyetê yê wezîfedar, amir û komîser jî hebûn. 18 gumanbar hatin desteserkirin, birin jandarmeyê.
Waliyê Berê Sonel Careke Din Çû Dadgehê
Dadgeha Giştî ya Erzirom lêpirsînê kûr dike. Li ser vê yekê, wê amûrên dîjîtal ên walîyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel kolan. Sonel bixwe jî sanikê vê dosyeyê ye û girtî ye. Di lêkolînê de nameyên di navbera Sonel û Gökhan Ertok de bala kesan kişandin. Ertok jî ji polîsiyê hatiye derxistin û di vê dosyeyê de girtî ye.
Hate diyarkirin ku ev name di çarçoveya van sûcan de hatin nirxandin: tunekirin, veşartin an guherandina delîlên sûcê; bidestxistina neqanûnî ya daneyên kesane; windakirina azadiya kesekî; birîndarkirina bi qest; talan; û tunekirina daneyên di pergalên agahdarî de. Li ser van dîtinan, walîyê berê yê girtî Tuncay Sonel, polîsê parastinê Şükrü Eroğlu û polîsê teqawît Gökhan Ertok, piştî kontrola tenduristiyê hatin şandin Dadgeha Erzirom.
Ji Dadgeha Giştî: Tekez li ser «Tora Têkiliyên Neqanûnî»
Dadgeha Giştî ya Erzirom di derbarê lêkolînên teknîkî de eve got:
«Di lêkolînên teknîkî yên li ser amûrên dîjîtal ên gumanbar Tuncay Sonel de hin delîlên tesadufî derketin holê. Ev wêne, name û rastî bi torekê têkiliyên neqanûnî ve girêdayî ne, torekê ku tê de hêza dewletê hatiye xerabkirin. Ev delîl bi çend sûcên din ên Qanûna Cezayê ya Tirk ve jî têkildar in.»
Heta niha di vê dosyeyê de 15 kes hatin girtin, di nav wan de walîyê berê Sonel û gumanbar Zaynal Abakarov jî hene. Gumanbarê revok Umut Altaş jî li Amerîkayê hatibû girtin.
