BIÇE NAVEROKÊ
ROJEV4 DEQE XWENDIN

Çima Roja Zimanê Dayikê Heye?

UNESCO'yê 21'ê sibatê wek Roja Zimanê Cîhanê destnîşan kir. Gelê Kurd jî her sal 15'ê gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz dike.

PARVE BIKE
Çima Roja Zimanê Dayikê Heye?

RastinewsUNESCO'yê 21'ê sibatê wek Roja Zimanê Cîhanê destnîşan kir. Gelê Kurd jî 15'ê gulanê wek roja zimanê xwe hilbijart. Her sal di vê rojê de ev roj tê pîrozkirin. Berî her tiştî divê em wateya «zimanê dayikê» fam bikin. Divê em bizanibin ev roj çi wext e, çima girîng e û çima tê pîrozkirin.

Sazî û dezgehên mîna UNESCO gelek roj destnîşan kirine. Mînak, Roja Kedkarên Cîhanê, Roja Jinan û Roja Dayikê hene. Her roj ji bo mirovahiyê wateyeke mezin dide. Piraniya van rojan ji bûyerên xirab derketine holê. Armanc ev e: mirovahî li hember neheqiyan bêdeng nemîne. Roja Ziman jî yek ji van rojên watedar e.

Zimanê her netewe ji wê netewê re xwedî nirxeke mezin e. Cudahiya gelan ne ji erdnîgariyê tê. Ev cudahî ji ziman û çanda wan tê. Bi vê pirrengiyê, cîhan xwedî dewlemendî ye. UNESCO bi vê rojê xwest girîngiya ziman nîşan bide. Armanc parastina zimanên di bin xetereyê de ye. Ziman bingeha çand û dîroka gelekî ye.

Sedema vê rojê bûyereke dîrokî ye. Berê Bangladeş dewleteke serbixwe nebû. Ew di bin destê Pakîstanê de bû. Dewleta Pakîstanê zimanê Bangladeşî qedexe kiribû. Di 21'ê sibata 1952'an de xwendekarên zanîngehên Bangladeşê xwepêşandan li dar xistin. Di vê xwepêşandanê de gelek xwendekar hatin kuştin. UNESCO ji ber vê bûyerê ev roj wek Roja Zimanê Cîhanê ragihand.

Di dîrokê de qedexekirina zimanan gelek caran qewimiye. Neteweyan hatine entegrekirin û koçber kirin. Berî zayînê, Împaratoriya Asûr yekem car hewl da zimanan ji holê rake. Piştre Împaratoriya Pers û Împaratoriya Roma jî heman tişt kirin. Asûr û Persan ev tişt li gelê Kurd jî kirine. Heta îro dagirkerên Kurdistanê zimanê Kurdî qedexe dikin. Ew Kurdan koçber û entegre dikin. Lê çand û zimanê Kurdî pir kevn e. Ev çand bingeha gelek çandên herêmê ye. Kurd bê dewlet jî li ser piyan maye. Bandora vî zimanî hê jî mezin e.

Ji bilî roja UNESCO'yê, rojeke din a taybet a zimanê Kurdî jî heye. Ev roj bi navê Mîr Celadet Elî Bedirxan tê zanîn. Mîr Celadet li ser tîpên latînî yên Kurdî xebitî. Wî kovara Hawar derxist. Em îro kar û xebata xwe bi saya wê xebatê dikin. Berî wî jî berhemên bi Kurdî hebûn. Lê xebata li ser tîpên latînî cara pêşî ji aliyê wî ve hat kirin.

Di nav gelê me de ev roj wek «Roja Zimanê Dayikê» tê binavkirin. Em vê navlêkirinê nîqaş bikin. Zarok bi rastî ziman ji dayika xwe fêr dibe. Ev bersiv rast e. Lê eger meriv bi mantiqê tirkî bifikire, xeletiyek çêdibe. Bi tirkî dema dibêjin «ana dil», mebest zimanê fermî yê welêt e. Li gel wî zimanî, zimanên herêmî yên din jî hene. Ji ber vê yekê peyva «zimanê dayikê» li zimanê me nayê. Divê em bêjin Roja Zimanê Kurdî. An jî em bêjin Cejna Zimanê Kurdî.

Ziman bi kurtî nasnameya netewê ye. Ziman hebûna netewê nîşan dide. Zimanê me bingeha muzîk û folklora me ye. Ew mifteya têgihiştina me ye. Ziman hest û ramanên me yên hevpar diparêze. Ew bingeha zagon û tora me ya netewî ye. Kesê ku zimanê xwe ji bîr bike, van nirxan winda dike. Windabûna zimanekî wenda bûna netewekê ye. Parastina ziman erkê her kesî ye.

Ez bi dewlemendiya zimanê xwe serbilind im. Ez bi hebûna çanda gelê xwe ya kevnar bextewer im. Di her qada jiyanê de bi zimanê xwe diaxivim. Ez bi netewe û çanda xwe qet xwe kêm nabînim. Ez bi nirxên xwe serbilind im. Ez bi Kurdbûna xwe bextewer im. Di nav hemû cîhanê de jî bi nirxên xwe serbilind im.

Ramanên di vê nivîsê de yên nivîskarê wê ne; dibe ku bi siyaseta weşanê ya Rastinews re bihev bikin, dibe ku nekin. Rastinews platformeke azad e ku ji ramanên cuda re vekirî ye.

PARVE BIKE

Şîrove

Şîroveyekê binivîse

NÛÇEYÊN PÊŞ

    Çima Roja Zimanê Dayikê Heye? — Rastinews