Lêkolîner û nivîskar Remezan Bakur wê ji bo Rastîyê binivîsîne

RastinewsHûn bi xêr hatinin Rastîyê hêja Remezan Bakur,
Remezan Bakur, Di sala 1968 de li bajarê Şirnexê li navçeya Bêşebabê hatiye dinê. Dibistana seratayî û navîn li navçeya Bêşebabê xwendiye. Li Zanîngeha Eskîşehîrê beşa aborî xwendiye. Di sala 2012 de dest bi nivîskariya zimanê Kurdî kirîye, di kovarên Kurdî yên wekî Bernamegeh, kovara Jîn û zên dîtir de helbest û nivîsên wî yên li ser bûyerên dîrokî hatine weşandin.
Remezan Bakur heta niha pênc pirtûkên wî hatine weşandin:
Enfala jiyanê : Roman 2014
Barana Peyvên Bakur: Helbest, 2014
Hestên Zîz: Helbest, 2015
Leyla Tiyarî: Roman, 2016
Kole Simayîl: Roman, 2025
Remezan Bakur wê êdî ji bo Rastîyê binivîsîne.
Bu yazıdaki görüşler yazarına aittir; Rastinews'in yayın politikasıyla örtüşebilir de örtüşmeyebilir de. Rastinews, farklı görüşlere açık özgür bir platformdur.
