İÇERİĞE ATLA
GÜNDEM7 DK OKUMA

Remezan Bakur: Başûr nebû navenda neteweyî ya Kurdan

9:38
PAYLAŞ
Remezan Bakur: Başûr nebû navenda neteweyî ya Kurdan

RastinewsHeta niha mijara nivîsên min zimanê Kurdî bû, lê vê carê, ji ber rûdanên dawî li başûrê Kurdistanê, min xwest bi hindek serborîyên xwe, rewşa îro ya başûr ji xwînêra ra hindekê zelal bikem. Mixabin ji berê û pêda, li ba sîyasetmedar û rêxistinên sîyasî yên başûrê Kurdistanê aqilê dewletê nebû û hêjî nîne. Mexseda min ne reşkirine, ne jî diroka nêzîk ya başûrê Kurdistanê û nivîsîne. Lê bi hindek serborîyên xwe ez dixwzim xwînêr têbigehin û bizanin ka li başûrê Kurdistanê hişmendîyek û têgihaneke çawa heye.

Li her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên hemû Cihanê hêvîyek hebû, hêjî heye, Kurdistana başûr bibe bingehek giştî û netewî  ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên Cîhanê. Lê dîsa dibêjim, mixabin li başûrê Kurdistanê hişmendîyeke bi van hêvîyên gele Kurd nîne. Ji destpêka şoreşa başûr heta îro, şûna hevgirtin û bi hevra ji bo azadîya gele Kurd û dewletbûna Kurdistanê bixebitin, dijberîya hev diken û di demên borî da gelek cara birakujî kirine û hê jî dijberîya hevdû dikin. Sala 1986. da, cara yekê bu ez çuye başûrê Kurdistanê. Li devera Behdîna li dewrûberên çiyayê Metina, ez li çend cih û gunda bi hêzên Pêşmergeya ra rûniştim, bi wan ra axivî. Min pisyar ji wan dikirin û min guhdarîya wan dikir. Wê demê li wê herêmê, hêz û yekîneyên PDK, kêm be jî hêz û yekîneyên YNK, hêz û yekîneyê PKK, yekîneyên  partîya qominîst ya İraqê hebûn û binke û baregehên wan (bi navê MEQER) hebûn. heta Asûrîyên başûrê Kurdistanê jî partiyek bi navê Partîya Rizgarîya Asurîyan damezrandibû û çekdarên wan jî hebûn. Herwiha li wê deme şerê dewleta İran û İraqê bi hemû germahîya xwe dom dikir.

Dema ez bi pêşmergeya ra rûniştî, fermandarê pêşmergeya suhbet li ser şoreşê vekir. Wê deme min ji fermandarê Pêşmergeya ra got; çima hûn partîyên Kurdistanê vi derfetê berdest ji bo azadîya Kurdistanê bi kan na înin. Şerê İran û  İraqê dom dike. Hûn dikarin çeka bi dest bêxin. Hûn çima hêzeke leşkerî ya neteweyî na damezrînin. Fermandarê pêşmergeyan got; hewce nake em tişteke wisa bikin, ji xwe em bi hemû partîyên li dijî dewleta İraqê di nava şoreşê da hevpeymanin. Min pirseke din jê kir û min got; dewleta İran û İraqê li hev biken û şerê di navbera hev da bi dawî bikin, hûn bi vê rewşê dê bikarin gele Kurd biparêzin û Kurdistanê rizgar bikin. Fermandarê pêşmergeya got; tişteke wisa çênabe. Em bi dewleta Îranê ra hevpeymanin, Heta em ne gehin armanca xwe û heta heqê me ne gihe me, dewleta Îranê pişta me bernade. Dewleta Îranê bi zagonên şerîet tê bi rêvebirin û bi dadmendîya qurana pîroz tev diğere, neheqîyê li me nake. Min gotê hûn çawa bawerya xwe bi dewleta Îranê tînin. Dewleta Îranê beşekî Kurdistanê dagir kirîye û mafê gele Kurd ne dayê. Heger dewleta Îranê wekî te gotî ew qas dadmen be, çima mafê Kurdên rojhilat ne de Kurdên rojhilat. Dema min ev pisyare jê kirî, ji min xeyidî û tûre bû, bersiveke ji mijarê derketi da û got; ji xwe hûn xortên Kurdistana bakur di bê bawerî ne. Dema ev bersive daye min, ez mame şaş û êdî min pisyar jê ne kirin. Min ji xwe ra got belkî ev kese nezan be û ji plan û planên stratejik yên partîya xwe ne haydar be. Ji min ra bû merek, min li hindek cihên cûda yên wê deverê disa bi pêşmergeyan ra ev mijar vekir û pisyar ji wan kirin. Min dît hemû xwedanên heman fikirîn, heman bawerî û heman gotina ne. Wê demê ez gelek xembar bûm û ji şoreş û doza wan bê hêvî bûm.

Dema cara duya ez careke din çuye Başûrê Kurdistanê, ez bûme şahidê bûyereke balkêş. Buyera ez bûyîma şahid, bi tena sere xwe têra nivîseke dirêje. Wê demê li gundê Bêsifkê li herêma Behdîna axayekî reyîs cahş, bi navê Cehferê Bêsifkî hebû. Saddam Hisên bi tometa alîkarî daye pêşmergey ew kuşt. Dema reyîs cahşê bi navê Cehferê Bêsifkî ji alîyê Saddam Hisên ve hat kuştin, cahşên girêdayî Cehferê Bêsifkî bûne alîgirên pêşmergeya û bi pêşmergeya ra êriş birine ser baregeha leşkerî ya bi navê baregeha Mangêjikê. Pêşmergeya bi cahşên Cehferê Bêsifkî ra baregeha Mangêjkê stand, leşkerên Saddam tev dil girtin, dest danîn ser heşargeha çeken wan. Wê çalakîya pêşmergeya li ajansên Cîhanê deng veda. Ez gelek keyfxweş bûm, bi taybetî ji bo heşargeha çeka. Min digot gelek çek ketîne destê pêşmergeya û dê bi wan çeka pêşmerge pirçek bibe. Lê piştî çend rojaka min bihîst pêşmerge û cahşên Cehferê Bêsifkî ew çek ji xwe ra firotîne qaçaxçîya. Min bi çavên xwe dîtin dena qaçaxçîya ew çek li hêstira bar kirîn û ji bo firotinê di birine bakurê Kurdistanê. Wê demê ez mabûme şaş û min ji her kesekê ra digot çeken ketine deste hêzekê, dema bên firotin, tê wê wateyê; ew hêz ne hêzeke neteweyî ye, hêzeke milîsa ye. Eger çek bikevin destê hêzekê û ew çek ji alîyê endamên wê hêzê ve bên firotin, di wê hêzê da aqilê dewletê nîne, welat û dewlet bi wê hêzê nayên avedan kirin.  

 Piştî wê carê ez gelek cara dîsa çûm başûrê Kurdistanê. Piştî şerê İran û İraqê bi dawî bûy û tevgera enfalê dest pê kirî jî, ez çûme başûrê Kurdistanê. Min wê deme dît çawa hêzên pêşmergeya ji hev belav bûne, bi navê Pêşmergeyan tiştek û kesek ne maye . Xelkê başûr bê parastin ketibû ber êrîşên tevgera enfalê. Ew kesên xwe Pêşmerge bi nav dikirin, min dîtn, li ser sînorê tirki çawa çeken xwe radestî leşkerên tirka dikirin û di xwestin li sînor zû derbazî bakur bibin. Wê deme ez gelek di ketime heyfa wan çeka û heyfa wi parçeyê Kurdistanê. Piştî tevgera enfal û raperînê sala 1992 yê ez disa çum başûrê Kurdistanê.  Wê demê xêza Cihanî ya 36, ya ji bo parastin û qedxeya firîna firokên cengî  hatibû ragihandin. Wê demê dewleta tirk gef li başûrê Kurdistanê dikirin û di xwest başûrê Kurdistanê dagir bike. Pêşmergeya li sere çiyayê Bêxêr çeperên parastinê di kolan. Min li navçeya Zaxo û bajarê Duhokê hevdîtin bi berpirsên PDK kir û min ji wan ra got; hûn dê parastina xwe biken. Berpirsên KDP gotin em wekî amadekarîyeke parastinê bikin di nava livîn û tevgerê da ne, lê dewletên yekbûy yên Emerika û hevpeymanîya nevdewletî me ne parêze, em nikarin xwe biparêzin, em bawer dikin dewletên yekbûy yên Emerika û hevpeymanîya navdewletî wê me biparêzin. Min ji berpirsa ra got; Cûhûya di salekê da dewleta xwe ya bi navê Îsraîl damezrandin û di rojhilata navîn da bûne dewleteke qerase. Hûn di bin parastina xêza 36 da ne, çima we partîyên başûrê Kurdistanê heta niha  hevgirtinekê çênakin û ji wekî Cûhûya niha û ji niha û pêda hêzeke neteweyî na çekin da hûn bikarin xwe biparêzin. Bersiv bi tene bû “em nikarin”. Tişteke din ne got.

Disa di sala 2015 li başûrê Kurdistan bûm. Min ji bo romana xwe ya duya, ya  bi navê Jinek û jîyanek Leyla Tîyarî lêkolîn dikir. Wê deme ji nakokî di navbera KDP û YNK yê da hebûn. Min serdana hindek berpirsên Zaxo, Duhok û Akrê kir û em li ser nakokîyên herêmê axivîn. Disa berpirsên sîyasî bi heman hişmendîyê digotin; heker YNK were û bi mera be û bi ya me bike, em dê bi hevra xizmeta xelkê xwe bikin, eger na ew li herêma xwe û em li herêma xwe, hûn jî xwe tevili kare me nekin. Ev Kurdistana me ye û hûn jî herin Kurdistana xwe. Ji bilî rewşa sîyasî, di derbarê perwerdeyeke bi zimanekî hevbeş, ji bo di bin yek fermandarîyê da yekbûna hêzên pêşmergeya, ji bo fermîbûn, rêxistinên fermî, ji bo dadgeh û dadwerîya Kurdistana başûr û gelek mijarên din ez bi wan ra axivîm. Ez na xwazim di vê nivîsê da van mijar û hemû serpêhatîyên xwe yên başûrê Kurdistanê û mijarên ez bi berpisyarên sîyasî ra axivî hemûya binivîsim û gelek dirêj bikim.    

 Bi kurtasî dibêjin; Ji ber ya min li başûrê Kurdistanê dîtî û ji berpirsên başûrê Kurdistanê bihîsti, ez dikarim bejim, ji aqlê dewletê gelek dûrin. Ez bawer nakim ji bo paşeroja başûrê Kurdistanê,  parçeyên din yên Kurdistanê û Kurdên Cihanê, başûr Kurdistanê bibe  bingehek û navendeke giştî. Çû cara xwe bi xwe li hev kom nebûne û hevgirtin çênekirîne. Her tim dewletên hevpeymanîya navdewleti û dewletên yekbûy yên Emerika ew li hev anîne. Bi bawerya min partîyên Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê ji erk û armancên netewatîyê û dewletbûna gele Kurd gelek bi dûr ketine. Ketine ber berjewendîyên xwe û rêxistinên xwe. Li her çar parçayên Kurdistanê gele ji alîyê rêxistin û partîya, Kurd û Kurdistan hewceyî vejîneke nû ye.

Dema cara yekê parlementoya Kurdistanê başûr li hev kom bûy, Hevjîna serokkomarê Fransayê Danîyel Miterant ê gotarek peşkeş kiribû. Şîreta min li her Kurdekê heye, gotara gorbiheşta Danîyel Miterantê guhdar bikin.

 

Bu yazıdaki görüşler yazarına aittir; Rastinews'in yayın politikasıyla örtüşebilir de örtüşmeyebilir de. Rastinews, farklı görüşlere açık özgür bir platformdur.

PAYLAŞ

Yorumlar

Yorum yaz

SONRAKİ HABERLER

    Remezan Bakur: Başûr nebû navenda neteweyî ya Kurdan — Rastinews