İÇERİĞE ATLA
GÜNDEM1 DK OKUMA

Daxuyaniyek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî bo Kurdistaniyên Diyasporayê

Di demekê de ku neteweya me di dîrokeke tijî êş û koçberiyê de derbas bû, welatên Ewrûpa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Kanada, Avustralya û li seranserê cîhanê, hemêza xwe ya mirovdostane ji gelê me re vekirin û bûn penagahek ewle da ku di bin sêwana yasa û demokrasiyê de jiyaneke serbilindane ava bikin.

PAYLAŞ
Daxuyaniyek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî bo Kurdistaniyên Diyasporayê

Rastinews
Em di Konfedrasyona Revenda Kurdistanî de, bi navê hemû Kurdistaniyên diyasporayê, spasî û rêzgirtina xwe ya bêpayan bo gel û hikûmetên wan welatan dubare dikin, ji ber ku gelê Kurdistanê hemî demî bi xwedîderketin û spasiyê ve dinêre li wan dergehên ku di rojên dijwar de ji wan re hatine vekirin.


​Îro, tevî wan kêşe, astengî û rakêşiyên ku li beşek ji welatên Ewrûpayê derketine holê, em daxwazê ji hemû hevniştimaniyên xwe yên li diyasporayê dikin ku bi bilindtirîn asta hişyariyê reftarê bikin.

Li ser hemû tiştan re jî, pabendî destûr, yasa û rêzikên wan welatan bin û bi ti awayî neçine ser pêla wan alozî û xirabûnan yên ku çêbûne.

Rola Kurdistaniyan hemî demî parêzeriya aştî, aramî û şaristaniyê bûye, lewma baştirîn nîşandana spasiya me bo welatên xwedîmal ew e ku em bibin beşek ji parastina ewlehî û serweriya yasayên wan, ne ku bibin beşek ji aloziyan.

​Konfederasyona Revenda Kurdistanî
23.10.2026


PAYLAŞ

Yorumlar

Yorum yaz

SONRAKİ HABERLER

    Daxuyaniyek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî bo Kurdistaniyên Diyasporayê — Rastinews