İÇERİĞE ATLA
ORTADOĞU1 DK OKUMA

Hikûmeta Yemenê bi piştgiriya Erebistana Siûdî êrişa li ser Sena da destpêkirin: Hûsiyan Aramco kirin hedef

Hikûmeta Yemenê ya bi piştgiriya Erebistana Siûdî, operasyonek leşkerî ya berfireh ji bo vegerandina hemû herêmên di destê Hûsiyan de ragihand. Hûsiyan jî di bersivê de bi mûşek û dronan êriş birin ser tesîsên Aramco yên li Erebistana Siûdî.

PAYLAŞ
Hikûmeta Yemenê bi piştgiriya Erebistana Siûdî êrişa li ser Sena da destpêkirin: Hûsiyan Aramco kirin hedef

RastinewsSerokê Meclisa Serokatiyê ya Yemenê Reşad el-Elîmî, roja yekşemê di axaftineke televîzyonê de ragihand ku hemû hêzên artêşê ji bo vegerandina herêmên di bin kontrola Hûsiyan de dest bi operasyonan kirine.

Elîmî got ku operasyon wê heta "rizgarkirina welat ji destê mîlîsên Hûsî" bidome. Berdevkekî leşkerî jî bang li Hûsiyan kir ku çekên xwe deynin.

Hûsiyan Riyad û Xureys kirin hedef

Di heman rojê de Hûsiyan ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk û dronan êriş birine ser tesîsên Aramco yên li Riyad û herêma Xureys.

Hûsiyan diyar kir ku ev êriş bersiva zêdetirî 50 êrişên asmanî yên Erebistana Siûdî ne ku li ser Sena û deverên din hatine kirin. Koalîsyona bi serokatiya Erebistana Siûdî ev êrişên asmanî piştrast nekirin.

Hikûmet: Zubab û Mexa hatin girtin

Roja duşemê hikûmeta Yemenê ragihand ku hêzên wê kontrola bajarên Zubab û Mexayê yên li peravên Deryaya Sor girtine û êrişeke "stratejîk" li ser paytexta Sena dane destpêkirin.

Artêşa Yemenê her wiha îdia kir ku di 1.122 operasyonên li Seada, Cewf, Taîz û peravên rojava de 1.747 çekdarên Hûsî "bêbandor kirine." Ev hejmar ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatine piştrastkirin.

Li gorî nûçeya Reuters, dîplomatekî rojavayî got ku Washington ji bo operasyonên asmanî yên Erebistana Siûdî şêwirmendên leşkerî û agahiyên îstîxbaratê dide.

Hûsiyan Bab el-Mendeb girtibû

Hûsiyan meha borî bi êrişeke bilez nêzî 150 kîlometre ji peravên Deryaya Sor û deverên derdora Tengava Bab el-Mendebê girtibûn. Ev tengav yek ji rêyên herî girîng ên barhilgiriya navneteweyî ye.

Hûsiyan ji dawiya tîrmehê ve gelek caran bi mûşek û dronan êriş biribûn ser binesaziyên enerjî û pîşesaziyê yên li Erebistana Siûdî. Koalîsyonê di 1'ê cotmehê de ragihandibû ku Hûsiyan stasyoneke elektrîkê ya li Medîneyê kirine hedef.

Hûsiyan di sala 2014'an de Sena û piraniya bakurê rojavayê Yemenê girtibûn. Erebistana Siûdî jî di sala 2015'an de bi serokatiya koalîsyoneke Erebî tevlî şer bûbû, lê nikaribû Hûsiyan têk bibe.

PAYLAŞ

Yorumlar

Yorum yaz

SONRAKİ HABERLER