İÇERİĞE ATLA
MAKALE5 DK OKUMA

Remezan Bakur: Ziman û Pêşengen Siyasi

PAYLAŞ
Remezan Bakur: Ziman û Pêşengen Siyasi

RastinewsPêşîyê hewce dike mirov bizane, di dîrokê da dujmin û dagirkerên welatê me, sîyaseteke çawa meşandîye û çawa dimeşînin. Eger mirov sîyaseta dujmin û dagirkerên welatê xwe baş pênase neke, nizane wê çawa tev bigere û tekoşînekê çawa bi rêve bibe. Di vê nivîsê da ez dê bi kurtasî behsa diroka nêzîk bikim, ka dujmin û dagirkerên welatê me sîyaseteke çawa bi rêve birîye û hê jî bi rêve dibin.

          Sîyasetmedara û civaka me parastina ziman karekî sîyasî nabînin, lê navnîşana sîyasetê, parastina zimane, ji ber; pêngava pêşî ya dagirkerên welatê me, her dem bûye qedxekirina ziman. Pêngava duyê; her dem pêşengên sîyasî kirine armanca xwe.  Dema li her qada jîyanê zimanê me serdest bibe, wê demê bê guman sîyaseta dagirkera wê bixetime. Kesên gel radikin ser pîya û rêberîya gele xwe dikin, pêşengên sîyasî ne. Ji ber wê dujmin û dagirkerên welatê me, her dem xwestîne netewa Kurd bihêlin bê zehr û ziman û bê ser û sermîyan. Kesên rêberî ji gele Kurd ra kirin, bi girtin û kuştinê ji holê rakirine.

          Ev sîyaseta dujminane li serdema dewleta Osmanî, di sala 1876 da, dema meşrutîyet hatîye ragihandin û partîya faşist ya itîhat û terakî, meclisa mebûsa demezrandî, bi tundî û dujminane dest bi sîyaseteke dijberîya gele Kurd kirîye. Mirekên Kurda yek bi yek ji holê rakirîne û herî dawî mîrê Hekkarya û mire Botanê ji Kurdistanê derxistin, mihacir kirin. Li pey şerê Cîhanê ya yekê û ji navçûna dewleta Osmanî, Birîtanya û hevkarên xwe, li rojhilata navîn xêz kêşan û dewletên wekî turkiye, iraq û surîye damezrandin. Bi damezrandina van dewleta ra, zimznê Kurdî hate qedxekirin û netewa Kurd neyî hesibandin. 

         Piştî ev dewletên me behs kirî hatîne damezrandin, bi taybet li turkîya yê, li dijî gele Kurd, dest bi tevgerên dujminane kirin. Zimanê Kurdî qedxe kirin û pêşîyê endamên Tevgera Azadî û endamên Kurd teali cemîyetî yek bi yek girtin û li sêdareya dan. Dûvra pêşengên wekî Şêx Seîdê pîran û Seyîd Riza li sêdarê dan. Li pey wan dest bi serok û rêberên federasyonên eşîreta kirin. Pêşengên Kurda li kampa Sêwasê ji bo kuştinê kom kirin. Lê ji ber lêpirsîna Birîtanya yê, ne şiyan bi komî bikujin, hemû mihacir kirin û bi awayekî veşartî ji holê rakirin.

          Di wan dema da, pêşengên federasyonên eşîra gazî dikirin, desteser dikirin û di kuştin, Kesên gazi dikirin û ne di hatin, ew kes, kesên li dijî dewletê rabûy di hesibandin û bi hêzên leşkeri diçûne ser wan. Ji wan kesa minakek jê, pêşengê federasyona eşîreta Celalîya Birahîmê Heskê Têlî ye. Birahîmê Heskê Têlî xwe radest nekir û li çiyayê Araratê şer û berevanîya xwe kir. Şerê Birahîmê Heskê Têlî serhildana Araratê hatîya bi nav kirin. Wê demê bi hewl û bizavên dewleta turkîyê, li dijî gele Kurd, di navbera turkiye yê, iran, iraq, suriyê û pakistanê da hevgirtina SDABAD’ê damezrandin.

          Herêmên Kurdistanê yên xelkê wan devera xwedan bawerya rêya heq, zexteke cuda li wan kir. Hem ji alîyê baweryê û hem ji alîyê neteweyî zext û zordarî li wan kirin û xistine ber komkujîya. Ji ber doma zext û zordarîyê ji bajêrê Ezirgan, Dêrsim, Sêwas û Maraşê bi sedhezara xelkê van herêma welat terikandin. Piranîya wan bere xwe dane welatên awrûpayê. Dewleta turkiya yê bi wê sîyaseta xwe ya wêrenker û dagirker, demografîya wan herêma guhertin. Bi taybet xeta çemê Feratê, ji bo guhertina demografîyê  kirine sîyaseta dewletê, di heman deme de hevkarî bi dewletên dewruberê kirin, bi dewletên dewrûber Uris jî di navda ketin nava tifaq û hevgirtina. Destkeftên Kurdên qafqasyayê jê standin û Kurdên qafqasyayê mihacir kirine welatên Asya navîn.  

          Di heman demê da li rojhilatê Kurdistanê dewleta iranê zimanê Kurdî neyî hesiband û li dijî pêşengên Kurd dest bi tevgerên bêbextane kirin. Pêşîyê li bajarê Mahabadê Qazî Muhamed li sêdarê dan, dûvra Simko yê Şikakî qaşo ji bo danûstandina gazî kiribû, bi kemîneyeke bêbextan li nêzî bajarê Urmîyê kuştin. Doktor Abdirehman Qasimlo bi heman rêbazê û xapandinekê bêbextane kuştin û herî dawî doktot Şerefkendî û hevalên wi, dîsa bi xapandineke bêbextane kuştin. Bi sedhezara Kurdên Kurdperwer li sêdareya dan. Navendên çand, ziman û hûnerî yê ji alîyê xwebexşên rojhilarê Kurdistanê ve hatîn damezrandi, wêran kirin, şewitandin. Li başûrê Kurdistanê dewleta iraqê û Rojavayê Kurdistanê dewleta suriyê zimanê Kurdî û gele Kurd nayî hesibandin. Hûnermendên wekî Ayaz Yusif û Erdewan Zaxoyî, bi zimanê kudrî karen hûnerî dikirin û stran digotin, desteser kirin û kuştin.

          Di çil salên dawîyê da, dewleta turkiye yê bi heman sîyasetê, lê bi rêbazeke cuda, bi zanistî û endazyarîyeke nû li dijî gele Kurd ketin nava tevgera. Şerê çil salên dawî rêbazaka nû li ber dujmin û dagirkerên welatê me vekir. Şerê çil salên dawî pilangêrîyeke kur bû li dijî welatê me û gele me. Navê tevgera xwe ya nû kirin şerê domdirêj û kêm tund û tujî ( Uzun soluklu düşük yoğunluklu ). Bi vê rêbaza nu ne helan, hejmara şênîyên bajarên Kurdistanê zêde bibe. Şerê çil salên dawî, derbê herî giran li ziman û çanda kurdî dan û li dijî pêşengên gele Kurd sîyaseta xwe ya bere domand. Bê guman navendên parastina zimanê Kurdî gund bûn, gund dane valakirin, da di nav metropola da axaftina bi zimanê kurdî bi dawî bikin. Sîyasetmedarên Kurdperwer yangirtin ya neçar kirin da welat biterikînin. Gelek sîyasetmedarên Kurdperwer bi dehan sala di zindana da bûne dîlên bê delil. Ji damezrandina dewleta turkiya yê û heta îro siyaseta wan ya dijberîya gele kur ne hatîye guhertin, îro jî bi heman armancê û rêbazeke nû (entegrasyon) siyaseta xwe didomînin.

          Dema em li vê diroka nêzîk ya kambax dinêrîn, em dinînin dewletên dagirker yên welatê me, zimanê me û pêşengên sîyasî yên gele me kirine armanca xwe. Dagirkerên welatê me her dem xwestîne me bikin lalen bê ziman û bihêlin bê ser û sermîyan. Di vê rewşê da em girîngîya ziman û pêşengên gele xwe dibinin. İro ji bo me tekoşîna gelê Kurd, alav û amûrê herî mezin Zimane. Ez dibêjim; ji îro û pêda dirûşma me; Li her qada jîyanê, jîneke bi zimanê Kurdî.

           

Bu yazıdaki görüşler yazarına aittir; Rastinews'in yayın politikasıyla örtüşebilir de örtüşmeyebilir de. Rastinews, farklı görüşlere açık özgür bir platformdur.

PAYLAŞ

Yorumlar

Yorum yaz

SONRAKİ HABERLER

    Remezan Bakur: Ziman û Pêşengen Siyasi — Rastinews