“Me Çi Xwend Çi Nexwend”: Tecrubeyên xwendinê yên 13 nivîskarên kurd di kitêbekê de
Pall Weşanê kitêba “Me Çi Xwend Çi Nexwend” weşand. Di kitêba ku Fahriye Adsay amade kiriye de, 13 nivîskarên kurd ji deverên cuda tecrubeyên xwe yên xwendin û ne-xwendinê vedibêjin.

RastinewsPall Weşanê li ser "xwendinê" kitêbeke kolektîf weşand. Kitêba bi navê "Me Çi Xwend Çi Nexwend" ji aliyê Fahriye Adsay ve hatiye amadekirin. Ji bilî Adsay, 12 nivîskarên kurd ên ji deverên cuda tê de li ser tecrubeyên xwe yên "xwendin" û "ne-xwendinê" nivîsîn.
Nivîskarên kitêbê Asya Xerzan, Beyar Bavî, Çidem Baran, Fatma Savci, Ferzan Şêr, Fırat Aydınkaya, Haşim Ahmedzade, Jana Seyda, Perwîz Cîhanî, Receb Dildar, Ruşen Arslan û Ümit Fırat in.
"Me Çi Xwend Çi Nexwend" kitêba sêyem a rêza "hûrgilî"yê ye. Berê "Trêna li Stasyona Xwe Digere" û "Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr" ji vê rêzê derketibûn.
Vexwendinek ji bo xwendinê
Li gorî nivîsa paşbergê ya ku Pall Weşanê belav kiriye, dema behsa tecrubeyên xwendinê tê kirin, behsa dîroka nêz a nivîskaran jî tê kirin. Xebat vexwendinnameyek e ku mirov bêhtir li ser xwendinên xwe binivîse, bifikire û binirxîne.
Armanc ew e ku bi hev re bê dîtin ka xwendin û kitêban çi dane wan û çi jê birine. Nivîsa paşbergê dibêje ku mihasebeyeke kolektîf a li ser xwendin û ne-xwendinên 60-70 salên dawî dikare bibe bingeha nîqaş û şiroveyên nû.
Fahriye Adsay kî ye?
Fahriye Adsay ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mardinê ye. Lîsansa xwe di Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) a Enqereyê de xwendiye. Li Zanîngeha Mardin Artukluyê di beşa ziman û edebiyata kurdî de û li Zanîngeha Dicleyê ya Amedê di beşa sosyolojiyê de master kiriye.
Kitêba wê ya "Yezidi Kadınlar, Kültürel Sınırların Edilgen Muhafızları" di 2014an de ji weşanxaneya Avestayê derketiye. Adsay edîtora kovara Zaremayê ye. Ji 2013an vir ve ji îngilîzî bi dehan kitêb û meqale wergerandine tirkî û kurdî.
Xwendevan dikarin kitêbê ji pallwesan.com û ji kitêbfiroşan bixwazin.
Şopandin: Pall Weşan
