İÇERİĞE ATLA
MAKALE5 DK OKUMA

Remezan Bakur: Jîyan, Ziman û Huner

PAYLAŞ
Remezan Bakur: Jîyan, Ziman û Huner

RastinewsRêwîtîya (Rêvingîya) min ya di doza ziman da dûr û dirêje. Ji pazde sala zêdetire min parastina ziman kirîye doza xwe. Parastina ziman li alîyekê, nivîsîn beşeke ji kare hunerê. Huner di jiyana her kesekê da heye. Jîyanake bê huner nîne. Her kesek guhdarîya mûzîkê dike, her kesek hez ji guhdarkirin û xwendina helbesta dike. Her kesek giringîyê bi kare wêjeyê dide, her kesek temaşeyî filma dike, lê tê gotin; huner na karê debarê ye. Mirov dixwaze vê pirsê ji her kesekê bike. karekî di jiyana her kesekê da heyî û bandorê li jiyana her kesekê dike, çima ne karê debarê ye.

Ji dîroka kevnar heta îro karên wêjeyê û hunerê bandoreke gelek mezin li ser neteweya û mirova kirîye. Mînaka herî baş; rewşa welatên Awropa ye. piştî ronesans û reformê û şoreşa Fransa’yê Awrupa bu navenda şaristanîya Cîhanê. Nivîskarên Awrupîya bi berhemên xwe yên felsefî û birdozîya hişmendîya mirovan guhert û li ser guhertina hişmendîyê şaristanî hatin avakirin. Berî ronesans û reformê hovîtî û tûndrewîyeke dijwar ya wekî tûnrewîya îro li rojhlata navîn li welatên Awrûpayê hebû. Neteweyên Awrupayê di bin zexta olpereşta da dûrî mirovahîyê di jîyan. Şer alozî û tundrewîyeke xedar di nava wan da hebû. Lê îro Awrupa navenda şaristanîya Cîhanê ye.

Karên hunerî; wekî mûzîk, şano, sînema û wêjeyê, bandoteke gelek mezin li ser derûnîya mirova heye. Bandora karên hunerî bandoreke erênî ye, aştîyane ye û ji alîyê derûnî mirovan aram û bextewar dike. Berê mirova dide rêyên aştîyane û hizirkirinê. Çanda neteweya bi hewl û bizavên hunermend û hizirvana hatîye parastin û bi pêş ketîye. Demên berê di nav neteweya me Kurda da, hunermend û hizirvana li nav gelê me ji îro pêtir qedir û bihayê xwe hebû. Civakê û serwerên wê demê wekî mîrên herêmê piştgirîya wan dikir. Debara wan piranî li ser milên civakê û serwerên herêmî bû. Parastina çandê û guhertina hişmendîyê her tim bi hewl û bizavên hizirvan û hunermenda çêbûye. Lê li Cîhanê hizirvan û hunermend di nava hejarîyê da jîyane û di nava hejarîyê da koça dawî kirine.

 Hunermend û hizirvanên neteweyên xwedan dewlet, xwedan delîl û derfetin; ji ber dewlet bi sazîyên ziman, çand, perwerde û  navendên hunerî piştgirîya wan dike. Lê hunermend û hizirvanên neteweyên wekî me gelê Kurd bê piştevanin, bi aramî û azadî nikarin karê xwe bikin û rûbirîyî zext û zordarîyeke  gelek giran dibin. Dema hizirvan û hunermendên me berhemekê di afirînin gelek bextewar dibin, lê di kevine ber xof û tirsa lêpirsîn û zexta.  Ne bi tenê zorî û zehmetîya afirandina berhema dibinin, hemîşe di kevine ber zext û zora dewletên dagirker. Dagirkerên welatê me, heta van salên dawî rêgirî li karên huner û hizirvanîyê dikir. Gelek hunermend û hizirvanên me neçar dibûn karê xwe li derveyî welat biken.

Heta niha gelek hunermend û wêjekarên Kurd li derveyî welat karê xwe kirin, lê hindek karên hunerî hene, yên wekî şano û sînema yê, ne li nav gelê xwe bên kirin, bi pêş na kevin. Ji ber wê bi taybetî li bakurê Kurdistanê, di nava gelê me da mixabin kare şanoyê û sinemayê bi pêş ne ket. Hindek hewl û bizav hebûn û hene, lê ew jî ne bi zimanê Kurdî bi zimanê dagirkera hatîne kirin. Ji alîyêki din hemû karên hunermendên Kurd ne ketin qada navdewletî û mane li navxweyî. Lê em dizanin ziman, çand û hunera neteweya, nasnameya neteweya ye. Her neteweyek ji bo danasîna xwe, bi karên ziman, çand û hunerî derbas dibin qada nevdewletî. Hunermend û hizirvan li qada nevdewletî dibin nûnerên gelê xwe.

Heta sala (2000) duhezarê, bi qasî qirnekê, li bakurê Kurdistanê rêgirî li çand, huner û wêjeya Kurdî hate kirin. Bi sala bû min amadekarîya kare wêjeyê dikir, lê delî û derfet nebûn. Piştî sala (2000) duhezarê di bin zexta da hindek delil û derfet çêbûn. wê demê min dest bi amadekarî û berhevkirinê kir. Wê demê min dest bi nivîsîna raomana xwe ya pêşîyê kir. Min romana xwe nivîsî bû lê ji bo çapkirinê pirsgirêk hebûn. Sala (2014) duhezarûçardê min romana xwe ENFALA JİYANE da çapkirin. Dema min romana xwe daye çapkirin, li bakurê Kurdistanê heçî pirtûka di hate çapkirin, wezareta çandê pirtûk di ber çava ra derbas dikir û paşê bandirol dida weşanxaneya. Hêj wê deme jî rêgirî dihate kirin. Ji ber wezareta çandê gumana min hebû û min digot wezareta çandê wê rêgirîyê li çapkirina romana min bike.

 Li serdema Enfalê, sala 1986-1987 ez çubûm başûrê Kurdistanê. Min rewş bi çavê sere xwe dîtibû, dane û nîşeyên  rast û zîndî li ba xwe qeyd kiribûn û nivîsî bûn. Hatin û çuyîna li sînora û cihên xeter di navbera bakur û başûr da û danûstandinên gelê me yê bakur û başûr min dîtibûn. Min dîtibû ka çawa aborîya bakur û başûr bi hev ra girêdayî bû. Bi hêzên peşmergeya ra rûniştibûm û nîqaşên bi hûrgulî li ser mijarên ji hev cuda kiribûn. Min Erdnîgarîya herêma Behdîna nas kiribû û bibume mêhvanê gelek mala. Lê min bi wan dane û nîşeya piştî (27) bistûheft sala wekî roman da çapkirin. Hewl û bizavên min yên wê demê nişa dide ji bo nivîsîna bi zimanê Kurdî çend astengî û zext hebûn. Piştî romana min ya bi navê  ENFALA JİYANE hatîye çapkirin, êdî min dev ji nivîsîna bi zimanê Kurdî neberda.

Dûbare dibêjim zimanê me, çand û hunera me rûmeta me û nasnameya me ye. wêje û hizirvanîya me çirayê paşeroja me ye. her çend zext û zordarî hebe. Her çend qedxe û rêgirî heb jî hewceye em dev ji xwe bernedin û bi rikmane, bi xîret, hewl û bizavên xwe bidomînin. Wêjekarên me yên kilasîk bi hevçerxên xwe ra karê xwe bi serkeftin kirine û divê em jî bi hevçerxên xwe ra kare xwe bi serkeftin bidomînin.

Bu yazıdaki görüşler yazarına aittir; Rastinews'in yayın politikasıyla örtüşebilir de örtüşmeyebilir de. Rastinews, farklı görüşlere açık özgür bir platformdur.

PAYLAŞ

Yorumlar

Yorum yaz

SONRAKİ HABERLER